"Em ewladên xwe ji HDP û PKKyê hildin''

Dayik Suheyla Demir: "Em ewladên xwe ji HDP û PKKyê hildin. Bila êdî dayik negirîn."

"Em ewladên xwe ji HDP û PKKyê hildin''

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 566an da dewam dike.

- "Em ewladên xwe ji HDP û PKKyê hildin"

Suheyla Demira ji bo qîza xwe Hayala 6 sal berê revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûye got heta ew bigîhîje qîza xwe ewê nobedê bidomîne.

Demir wiha axivî: "Em ewladên xwe ji HDP û PKKyê hildin. Ez benda ewlada xwe me, ez benda rêya wê me. Êdî ez nikarim li ber xwe bidim. Bila êdî dayik negirîn. Qîza min diya te bi mehane li vir bi xwîşka xwe ya biçûk va benda te ye. Êdî me bibîne û bibîhîze. Were, teslîmî hêzên ewlehiyê be."

- "Zarokên me dibin çiyê û terka mirinê dikin"

Şevket Bîngolê ji bo kurê xwe Tuncay beşdarî çalakiyê bûye got 7 sal e ew hesreta kurê xwe dikşîne û wiha axivî: "HDP dibêje em partiya Kurdan e. Hûn li ser xwîna Kurdan berjewendiyan bi dest dixin. 40 sal e we ji bo Kurdan çi kir? Zarokên me dibin çiyê û terka mirinê dikin. Kurê min, Tuncay were teslîmî esker û polêsên Tirkan bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE