"Em ferqa mamosteyên bikadro û mamosteyên bipeyman ji holê radikin"

"Em ferqa mamosteyên bikadro û mamosteyên bipeyman ji holê radikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Em ferqa mamosteyên bikadro û mamosteyên bipeyman ji holê radikin."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Şûreya Perwerdeya Neteweyî ya 20emîn da axivî.

Serok Erdogan diyar kir Qanûna Pîşeya Mamostetiyê ya xebatên wê hatine temamkirin înşellah wê di demeke nêz de pêşniyazî Meclisê bikin û wiha got, "Bi saya vê serastkirinê mamosteyên me yê di dîrokê da cara ewil bibin xwediyê qanûna meslek ya berfireh û bihûrgilî."

Erdogan destnîşan kir ku zêdekirina mafên momosteyan, berfirehkirina îmkanên malî û civakî, başkirina şertên xebata wan îhmal nakin û wiha axivî, "Em ferqa mamosteyên bikadro û mamosteyên bipeyman ji holê radikin. Em mamostetiyê dixin pîşeya kariyerê û ji bo namzedî, mamostetî, mamostetiya pisporî û sermamostetiyê maf, wezîfe û berpirsyariyan eşkere dikin. Mamosteyên pispor ên 10 salan wezîfeyê bikin heke di ezmûnê da bi ser bikevin wê bibin sermamoste û wezîfeyê bikin. Em îmkana "mamostetiya" pisporî didin mamosteyên 10 salan mamostetî kirine."

Serok Erdogan destnîşan kir ku di mamostetiyê da ezmûna rakirina namzediyê betal dikin û got ku em ê bi bernameya pêşxistina meslekî va piştgiriyê bidin namzedên xwe.

Erdogan got ku mamosteyên me yên pispor yên perwerdeya xwe temam bikin û ji ezmûnê derbas bibin ew ê pileyekê bistînin û mehaneya wan jî 1000 lireyî zêde bibe.

Serok Erdogan der barê sermamostetiyê da jî got ku em ê pileyê bidin van mamosteyan û wekî mayîn mehaneya wan 2 hezar lireyî zêde bikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE