"Em girîngiyê didin çavkaniyên vejenê yên tên nûkirin"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Heger em nêrîna xwe ya bo tebîet, hawirdor û heyatê rast nekin wê dinya ji bona jiyanê bibe dereke xirab."

Erdogan li Daristana Haydar Aliyev ya Batikentê di bernameya "Şax Bi Ciwanan Ra Mezin Dibin" da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir heger em nêrîna xwe ya der barê tebîet, hawirdor û heyatê da rast nekin wê dinya ji bona jiyanê bibe dereke xirab.

Erdogan destnîşan kir Tirkiye di têkoşîna dijî erozyonê da pêşeng e û yek ji wan dewletan e ku qadên xwe yên daristanê zêde dike.

Serok diyar kir me di nav 16 salan da 4 milyar û 70 milyon şax danîn û em dixwazin ev jimar derkeve 7 milyarî.

Erdogan destnîşan kir girîngiyê didin xebatên ku rê li ber qirêjkirina hawirdorê û îsrafê digigirin û dixwazin hişmendiya li ser tebîetê zêde bibe û wiha got: "Em girîngiyê didin çavkaniyên vejenê yên tên nûkirin. Ji bona Tirkiyeyeke şîn û paqij tenê danîna şaxan têrê nake."AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE