"Em ê her gav li cem Wezîrê Karên Navxweyî bin"

"Em ê her gav li cem Wezîrê Karên Navxweyî bin"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Mîna di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da di têkoşîna dijî rêxistinên sûc da jî em ê her gav li cem Wezîrê Karên Navxweyî bin."

Erdoganê di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî wiha got, "Heta ku em xwedî li biratî û yekîtiya xwe derkevin wê tu senaryo nikaribe rê li ber hedefên welatê me bigire û aqûbeta di navbera gelê me da xera bike."

Serok Erdogan diyar kir ji dil û can bawer dikim ku rêjeya pêşketina Tirkiyeyê ya di 2021ê da wê ji texmînên tên kirin zêdetir be û wiha peyivî, "Di pêvajoya şewbê da cardin derfet çêbû ku em hêz û bandora pergala xwe ya tenduristiyê biceribînin. Hemd be em ji vê îmtihanê jî bi rûyekî sipî derketin."

Erdogan diyar kir darazeke silavê bide wesayetê, bibe amûrê derbe û derbekeran û hiş û wijdana xwe bide kirê mehkûmî derva dibe û wiha got, "Me dawî li vî tiştî anî. Bawer dikim ku saziya siyasetê destkeftiyên demokrasiyê û îradeya neteweyî di dîroka me ya siyasî da mohr bike û Destûreke nû çêke. Înşellah Destûra nû wê ji wijdana gel û qinaeta gel derbas bibe û bibe mîrateyeke biqîmet ku em ê ji nifşên nû ra bihêlin. Em ê pakêta darazê ya çaremîn ku xeleke nû ya xebatên me yên reformê ye di demeke nêzik da pêşkêşî Meclisê bikin."

Serok Erdogan destnîşan kir di 19 salan da hemû îmkan û derfetên di destên rêxistinên sûc da hildane û wan yek bi yek têk birine û wiha axivî, "Di 3 sal û nîvekê da ji 530 hezarî zêdetir operasyon hatin kirin û nêzî 750 hezar şikbarên sûcê hişbirê hatin binçavkrin û jê 85 hezar kes hatine derdestkirin. Di bingeha êrîşên dijî Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî da aciziya ji ber rewşa hizûr û ewlehiyê ya li welatê me hatiye pêkanîn heye. Mîna di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da di têkoşîna dijî rêxistinên sûc da jî em ê her gav li cem Wezîrê Karên Navxweyî bin. Di ser kurê wî da êrîşî Bînalî Yildirimê hevalê me jî dikin ku ev nîşan dide niyeta esasî çi ye. Mensûbên çeteyên sûc birevin ku dera dinyayê jî em wan teqîb dikin. Mîna FETOyî û PKKyiyan em ê van sûcdaran jî teqîb bikin, wan jî bînin welat û teslimî darazê bikin."

Erdogan der barê hilbijartina berwext da got belasebeb hewl nedin, hilbijartin di Hezîrana 2023yan da ye û wiha pê da çû, "Her çiqas em gelek caran dibêjin hilbijartinê di 2023yan da bê çêkirin jî kesên bi hilbijartina berwext girtine eşkere ye ku vê sufleyê ji ku derê hildidin."

Serok Erdogan got ku navneda giştî ya CHPyê di bin dagiriya tacîzkar û kesên wan diparêzin da ye.

Erdoganê got gelê me kesên ku dixwazin ji ser AK Partiyê da dijî Tirkiyeyê operasyonê bikin dibîne, baş nas dike û di deftera xwe da qeyd dike wiha pê da çû, "Gelê me gav û saeta wê were mîna hêzên wesayetê, PKK, FETO, DEAŞ û kesên êrîşî aboriyê dikin wê dersa heq dikin bide hêzên ku dixwazin îro operasyonê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE