"Em herekata eskerî ya ku Rûsyayê dijî Ukraynayê daye destpêkirin red dikin"

"Em herekata eskerî ya ku Rûsyayê dijî Ukraynayê daye destpêkirin red dikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Em herekata eskerî ya ku Rûsyayê dijî Ukraynayê daye destpêkirin qebûl nakin û red dikin."

Erdogan li Salona Pêşnagehê ya Beştepeyê ya Serokkomariyê heyeta Yekîtiya Demokratên Navneteweyî ra hat bal hev.

Serok Erdogan di axaftina da der barê herekata eskerî ya ku Rûsyayê dijî Ukraynayê daye destpêkirin da wiha got, "Em herekata eskerî ya ku Rûsyayê dijî Ukraynayê daye destpêkirin qebûl nakin û red dikin."

Erdogan got ku welatiyên me û birayên me yên Tatar di serî da ji bo ewlehiya canê hemû kesên li Ukraynayê dijîn çi bikeve ser me em ê bikin.

Serok Erdogan diyar kir midaxaleya Rûsyayê ku li dijî hiqûqa navneteweyî dibînin di heman demê da derbeyeke giran li aştî, hizûr û îstiqrara herêmê jî xistiye û wiha axivî, "Em dîsa bang dikin ku pirsgirêkên di navbera Rûsya û Ukraynayê da di çarçoveya Mitebeqata Mînskê da bi diyalogê were çareserkirin. Tirkiye piştgiriyê dide têkoşîna ku Ukrayna seba yekparetiya axa xwe dide, min qasek berê ji Birêz Zelenskiy ra xeberda û ev yek ji wî ra jî got."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE