"Em heta ewladên xwe ji PKK, HDPyê nestînin ji vê derê naçin"

Sancarê got ku bi salan e çavê wê li rêya ewlada wê ye û wiha pê da çû: "Ez ji bo qîza xwe 325 roj in li vê derê me û di bin vî konî da me. Em heta ewladên xwe ji PKK, HDPyê nestînin ji vê derê naçin.

"Em heta ewladên xwe ji PKK, HDPyê nestînin ji vê derê naçin"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê, bi hêviya bigihêjin ewladên xwe çalakiya ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 325emîn.

Ji dayikên di destê wan da wêneyên ewladên wan hene û çavê wan li rêya ewladê wan e Nazli Sancarê got ku ew 9 sal e li benda Şeymaya qîza xwe ye.

Sancarê got ku bi salan e çavê wê li rêya ewlada wê ye û wiha pê da çû: "Ez ji bo qîza xwe 325 roj in li vê derê me û di bin vî konî da me. Em heta ewladên xwe ji PKK, HDPyê nestînin ji vê derê naçin. Eyd hat herkes li mala xwe amadehiyan dike bo eydê. Em li vê derê hêstiran dibarînin. Rûyê reş ê HDPyê derdikeve meydane. Ji bo destdirêjî û zexta li ser jinê êdî bes e. Ev 9 sal e ku çavê min li rêya qîza min e û êdî taqeta min nemaye."

- "Em ewladên xwe dixwazin"

Sancarê bangî qîza xwe kir û got: "Keça min baweriya te bila bi wan tunebe. Ew derewan dikin û we dixapînin. Dema tu rastî esker û polêsan hatî teslîm bibe. Min qîza xwe ji bo wan mezin nekir. Em ji wan ewladên xwe dixwazin, ez heta ji HDPyê û PKKyê qîza xwe nestînim, ji vê derê naçim."

- "Bila ewladên me bidin me"

Necîbe Çîftçî ya ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ji bo kurê xwe Roşatê revandine serê çiyê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû got ku PKKyê ewladekî wê kuşt û yekî jî revand serê çiyê.

Çîftçiyê destnîşan kir ku ew heta negihêje ewladê xwe wê çalakiya xwe bidomîne û wiha pê da çû: "Em ji vê derê naçin. Em ji PKK û HDPyê ewladên xwe dixwazin. Bila ewladên me bidin me. Kezeba min ji min qetandin. Eyda me ne eyd e. Em ji bo ewladên xwe li vê derê têdikoşin. Em ê têkoşîna xwe ya bo ewladên xwe di serê da 300 sal jî derbas bibe em ê bidomînin."

Alî Ozkanê ji Antakyaya navçeya navendî ya Hatayê bo xwîşka xwe Esra Ozkanê hat û beşdarî çalakiyê bû got ku 7 sal e çavê wan li rêya xwîşka wan e û tu xeber jê hilnedane.

Ozkan got ku malbatên di kon da nobetê didomînin hêviya wan zêde kirin û bi çav berdana wan va ew jî hat û beşdarî çalakiyê bû û wiha domand: "Ev kon ji bo gelek malbatan bi kêr hat û 15 malbat gihîştin ewladên xwe. Em jî ji bo ku bigihîjin xwîşka min li vê derê ne. Ji rûyê wan va dayik digirîn ka çi dikeve destê wan. Ma ew nizanin cineta mirov di bin lingê dayika mirov da ye ew ê di hêstirên dayik dibarînin da bixeniqin û herin."

- "Em bi tenê dixwazin beriya Eyda Qurbanê bila hemû zarok bên û bigihêjin malbatên xwe"

Ozkan ragihand ku ew dixwazin bila beriya eydê zarokên çavên malbatên wan li rêya wan e vegerin û wiha domand: "Xwîşka min çavê me li rêya te ye. Me tu carî dev ji te berneda. Azadî, demokrasî û aştiya vana ev e. 7 sal e diya te ji rûyê wan da digirî. Me pir bêriya te kiriye. Piştî te gelek tişt guherîn û ji ber tunebûna te li malê hertim kêmasiyek heye. Were bila dilê dê û bavê te û yê me hemûyan jî xweş bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE