''Em heta zarokên xwe ji HDPyê nestînin dê neçin"

Dayik Hatîce Levent: Em heta zarokên xwe ji HDPyê nestînin dê neçin"

''Em heta zarokên xwe ji HDPyê nestînin dê neçin"

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan a ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin bi biryardarî didomînin.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 603yem da dewam dike.

Dayik Hatîce Leventa ku ji Kutahyayê hat û ji bo keça xwe Fadîmeyê nobeta ewladan digire got ku gelekî bêriya keça xwe kiriye.

Leventê got piştî ku ewlada wê çû nexweş ket û wiha axivî: "Em heta zarokên xwe ji HDPyê nestînin dê neçin. Çi sûcê zarokên me hebû? Bila ewladên me bînin. Me gelekî bêriya zarokên xwe kiriye."

Leventê bangî keça xwe kir ku bila ji PKKya rêxistina terorê bireve û teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.

Bav Nurettîn Odumluyê ku ji bo kurê xwe Yusufê ku 7 sal berê di 16 saliya wî da ji Sêrtê hat revandin çalakiya rûniştinê dike diyar kir ku kurê xwe ji HDPyê dixwaze.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE