"Em ê hetanî dawiyê çalakiya xwe bidomînin"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

"Em ê hetanî dawiyê çalakiya xwe bidomînin"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 257an da dewam dike.

Zumrut Salîma ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku bo Hamzayê kurê xwe yê 6 sal berê di 16 saliya wî da derxistibûn çiyê beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku hetanî negihêje kurê xwe ew ê çalakiyê bidomîne.

Salimê ji ber ku HDPyê di revandina zarokan da cî girtiye bertek nîşan da û wiha pê da çû:

"Ez ji bo kurê xwe hatim vê derê. Em ê hetanî dawiyê çalakiya xwe bidomînin. Ez bangî HDPyê dikim, çima kurê min xapand û birin? Kurê min hafiztî dikir. Ji me çi dixwazin, çima zarokên me dişînin serê çiyê. 5 sal e nizanim gelo kurê min mirî ye an zindî ye. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Hemze kurê min li benda te me. Ez pêrîşan bûm. Min şîrê xwe da te. Ma min tu wisa mezin kirî? Hetanî te hilnedim ji vê derê naçim. Malbata me bi hev ra li benda te ye."

Salîmê bangî kurê xwe kir û got, "Kurê min bireve were teslîmî dewletê bibe. Ew rêya te nîne. Te Quran xwendiye, te çawa Quran berda."

Şevket Bîngolê bi hêviya bigihêje Tuncayê kurê xwe yê ku 6 sal berê revandin serê çiyê diyar kir ku 6 sal e hesreta kurê xwe ma ye û 257 roj e çalakiya xwe didomîne.

Bîngol got hetanî kurê xwe hilnede ji vê derê naçe û wiha pê da çû: "257 roj e li vêderê me, ew 257 sal be jî ez ê bisekinim. Hetanî kurê xwe hilnedim naçim."

Bîngol axaftina xwe wiha domand:

"HDP dibêje ku kurdan diparêze û daxuyaniyan dide. Hemûyê wan derew in. Bira dinya bizanibe ku ev derew in. Ev li ser xuna Kurdan rantê bi dest dixin. Zarokên Kurdan derdixin çiyê û li ber mirinê dihêlin. 257 roj e em li ber derê wan in. Heke wijdana wan hebûya ew ê zarokên me nebirina. Em wan hewaleyê Xwedê dikin. Lê em ê hetanî dawiyê mafê xwe biparêzin, li ber xwe bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE