"Em hewla derbeyê ya li Ermenistanê bi tundî şermezar dikin"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Em hewla derbeyê ya li Ermenistanê bi tundî şermezar dikin."

"Em hewla derbeyê ya li Ermenistanê bi tundî şermezar dikin"

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva diyar kir ku Tirkiye hewla derbayê ya li Ermenistanê bi tundî şermezar dike û got, "Li ku dera dinyayê dibe bira bibe em li dijî derbeyan û hewlên derbeyê ne."

Çavuşoglu ji bo ziyareta fermî li Macaristanê bi Peter Szijjartoyê Wezîrê Karên Derva û Bazirganiya Derva ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Çavuoglu pirsa li ser banga artêşa Ermanistanê ji bo Nikol Paşinyanê Serokwezîrê Ermenistanê îstifa bike kir û geşedanên li welêt wiha bersivand: "Li ku dera dinyayê dibe bira bibe em li dijî derbeyan û hewlên derbeyê ne. Ji ber vê jî em hewla derbeyê ya li Ermenistanê bi tundî şermezar dikin."

Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku di demokrasiyan da mafê tebiî ye ku gel rêveberiyê rexne bike û îstifaya rêveberiya bixwaze û wiha pê da çû: "Lêbelê ne ku li dijî hikûmeta bi hilbijartinê hatiye serî derbeyê bike nikare li hikûmetê banga îstifayê jî bike, ev tu carî nayê qebûlkirin. Ji bo vê jî em vê banga li Ermenistanê carekî dîsa bi tundî şermezar dikin."

Çavuşoglu got ku ji bo herêmê pencera firsendeke girîng heye û dibê vê baş binirxînin û wiha axivî: "Hewlê derbeyê yên wisa gavên wisa ne ku îstiqrara welatan xirab dikin. Ji ber vê em li dijî derdikevin. Tu temaseke me çênebû, em jî ji çapemeniyê teqîb dikin. Em dixebitin ku agahiyên hûrgilî bi dest bixin lêbelê helwesta Tirkiyeyê helwesteke bi rêgez e. Li ku derê dibe bira bibe em li dijî derbeyê ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE