''Em hişyariyê didin ku bila Yewnanistan eqlê xwe bide serê xwe''

''Em hişyariyê didin ku bila Yewnanistan eqlê xwe bide serê xwe''

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ji sînorê welêt 30 kîlometre dûr wê biparêzin û wiha domand: "Em biryardariya ku ji sînorê xwe heta 30 kîlometreyî dûr bi xeta ewlehiyê hildin bin parastinê gav bi gav dikin rewacê."

Serokomar Erdogan beşdarî "Roja Çavdêriya Bijarte" ya EFES 2022an a ku Hêzên Çekdar ên Tirk li Herêma Egeyê kir, bû.

Di axaftina ku Serokomar Erdogan li vê derê da bal kişand ser têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê dide û wiha pê da çû: "Em li ber sînorên xwe nahêlin ku korîdorên terorê bên avakirin û destûrê nadin, ji bo vê jî em ê qismên xeta ewlehiyê yên kêm mane jî temam bikin."

Serokomar Erdogan got ku bila Yewnanistan li gorî rê û rêzikên navneteweyî tevbigere û wiha dewam kir: "Em ji Yewnanistanê dixwazin ku bila dev ji wan giravên ji statuya eskerî dûr in çekdarkirinê berde û gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Birêz Mîçotakîs herhal wek turîstan diçe giravan. Bi vê yekê tiştek bidestxistin ne mimkun e. Em hişyariyê didin Yewnanistanê û bila eqlê xwe bide serê xwe û dev ji wan çalakiyên ku sedsalek berê jî mirazê wan di çavê wan da hişt, berde. "

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku çavê Tirkiyeyê di heqê tu kesî da tuneye û wiha domand: "Tirkiye heq û hiqûqa tu kesî binpê nake lê heq û hiqûqa xwe jî bi tu kesî va bernade."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE