"Em hêvî dikin civaka navneteweyî xetaya ku li Sûriyeyê kirin li Libyayê nekin"

Erdogan di Merasima Vekirinê ya Avahiyên Nû ya Zanîngeha Tirk-Alman da axivî ku Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel jî amade bû.

"Em hêvî dikin civaka navneteweyî xetaya ku li Sûriyeyê kirin li Libyayê nekin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê meseleya Libyayê da got ku em hêvî dikin ku civaka navneteweyî xetaya ku li Sûriyeyê kirin li Libyayê nekin.

Erdogan di Merasima Vekirinê ya Avahiyên Nû ya Zanîngeha Tirk-Alman da axivî ku Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel jî amade bû.

Serokomar Erdogan der barê hevdîtina bi Merkelê ra got ku tevî têkîliyên me yên dualî Libya jî di serî da em ê bi hûrgilî li ser gelemşeyên herêmî besikinin.

Erdogan diyar kir wê bi her awayî desteka ji bona Zanîngeha Tirk-Alman bidomînin û wiha got: "Ez hêvî dikim Zanîngeha Tirk-Alman jî wek Lîseya Alman a ku bi qasî sed û pêncî sal e heye, bibe nîşaneya dostaniya Tirk û Alman. Serfiraziya Zanîngeha Tirk-Alman di vê mijarê da ji bo pêvajoya avakirina zanîngehên hevbeş ên nû, wê bibe nimûne."

Serokomar Erdogan diyar kir ji bo bilindbûna ast, jimar û kalîteya perwerdeya bilind ya li welatê xwe xebatên xwe didomînin û got ku hejmara xwendekarên me yên navneteweyî ji 15 hezarî derket 172 hezarî.

Erdogan got ku ew xercên zanîngehan ku bi salan ji bo komên marjînal yên li welatê me mijara protestoyan bû, me rakirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir hêviya wan ew e ku welatê me ji bona hîndekarên biyanî bibe ciheke cazîb û bibe navenda zanistan û wiha dewam kir: "Ji bo avakirina zanîngehên hevbeş yên mîna Zanîngeha Tirk-Îtalyan, Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Tirk-Japonê xebat dewam dikin."

Erdogan der barê meseleya Libyayê da diyar kir heger demildest sikûnet çênebe tevliheviya li Libyayê wê tesîrê li hemû hewzeya Behra Sipî bike û got ku tiştên ku di nav hefteya dawîn da qewimîn ji bo Libyayê mîna kaxezê turnusolê ye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir hêvî dikin ku civaka navneteweyî xetaya ku li Sûriyeyê kirin li Libyayê nekin û wiha dewam kir: "Heke em naxwazin rêxistinên terorê yên wek Qaîde û DEAŞê û lejyoner li wê derê xurt bibin lazime em pêvajoya çareseriyê zûtir bibin serî."

Erdogan got ku ji bo aramî, aştî û siberoja xwîşk û birayên xwe yên Libyayî em ê di nav demên zor û zehmet da li cem wan bin û wiha peyivî: "Dawîlêanîna vê qeyrana ku bû sedema mirina zêdetirî 2 hezar û 400 kesî û birîndarbûna zêdetirî 7 hezar û 500 kesî, armanca me ya sereke ye."

Serokomar Erdogan diyar kir li Libyayê herwekî di Konferansa Berlînê da hat kirin wê destekê bidin hemû gav û hewldanên ji bo çareserî û aştiyê û nerijana rondik û xwînê û got ku plana aştiyê ji bo li Libyayê cardin îstiqrara siyasî çêbe, gavekî giring e û serkeftina wê jî girêdayî bicîanîna biryaran e.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2020, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE