''Em ji bêbextan hesabê her dilop xwîna ku dirijînin bi mislî dipirsin''

''Em ji bêbextan hesabê her dilop xwîna ku dirijînin bi mislî dipirsin''

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ji bêbextên ku qesta yekîtiya gelê me û qesta bihevrabûna me dikin hesabê her dilop xwîna ku dirijînin bi mislî dipirsin."

Erdogan ji navenda giştî ya partiya xwe bi weşana zindî beşdarî kongreyên asayî yên 7emîn yên Ağrı, Ardahan, Bolu, Diyarbakır û Hatayê bû.

Serok Erdogan diyar kir bi saya operasyonên ku dikin û tevdîrên ku hildidin hejmara kesên beşdarî rêxistinê dibin û hêza rêxistina terorê ya çalakiyan zehf kêm dibe û wiha got, "Em ji bêbextên ku qesta yekîtiya gelê me û qesta bihevrabûna me dikin hesabê her dilop xwîna ku dirijînin bi mislî dipirsin."

Erdogan destnîşan kir heger hebûna xwe ya li qadê zexim bikin rêxistina cudakar û şaxên wê dê nikaribin pêkutiyê li ser gelê wan çêbikin û got heger hejmara kesên wêrek yên mîna dayikên Diyarbekirê xwedî li zarok û pêşeroja xwe derdikevin zêde bibe em ê meseleya terorê ji rojeva welêt derxin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE