"Em ê ji bo parastina mafên hemû mirovahiyê têkoşînê bidomînin"

Serok Erdogan bi tundiya polêsan kuştina Floydê Amerîkayî şermezar kir.

"Em ê ji bo parastina mafên hemû mirovahiyê têkoşînê bidomînin"

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê li Amerîkayê bi tundiya polêsan kuştina George Floydê reşik da got, "Ez vê miemeleya nemirovî şermezar dikim."

Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi Îngilîzî daxuyanî da û bi tundiya polêsan kuştina Floyd nirxand.

Erdogan wiha got: "Nêrîna nijadperest û faşîst a li Mînnesotaya bajarê Amerîkayê bi êşkenceyê bû sedema mirina George Floyd em gişt xemgîn kirin û di heman demê da bû tezahura pergala bêedalet ya li dinyayê em li dijî derdikevin. Wekî endamekî şaristaniya Îslamê ya ji ber afirîner hezkirina mirovan hînî me dike ez vê miemeleya ji mirovahiyê dûr şermezar dikim. Li ku derê, çito, bi çi awayî dibe bira bibe Tirkiye her tim li dijî êrîşên wiha hatiye."

 "Em ê ji bo parastina mafên hemû mirovahiyê têkoşînê bidomînin"

Erdogan hedîsa Hezretî Mihemed a dibêje 'Serdestiyeke sipiyan li ser reşan tune. Serdestiya reşan jî li sipiyan tune.' parve kir û wiha pê da çû: "Li gor vê rêgezê em ê guh nedin netewe, reng, dîn, ziman an jî baweriyê ji bo parastina mafên hemû mirovahiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Serokomar Erdogan di daxuyanyê da wiha pê da çû: "Ez bawer dikim ku kiryarên vê çalakiya ji mirovahiyê dûr ew ê cezayê heq dikin bixwin. Em ê mijarê bişopînin. Ez George Floyd bi rêzdarî bi bîr tînim, serxweşiyê didim malbata wî."

Hawara Floyd a "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" tundiya polêsan anî rojevê

Polêsan pêr êvarê li Mînneapolîsê George Floydê 46 salî li ser şika xapandinê binçav kiribûn, polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî û li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wan kiribû.

Hat destnîşankirin ku ekîbên tenduristiya acil Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê mir, welatiyên ji rê ra derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyerê kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn.

Li ser dîmenan nîqaşên tundiya polês tînin serê reşikan dîsa hatibûn rojevê û li Mînnesota û gelek bajaran protesto hatibûn kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE