"Em ji rabirdûya xwe ya tije serkeftin e, cesaretê hildidin û em ê di nav bihevrabûnê da meşa xwe bidomînin"

"Em ji rabirdûya xwe ya tije serkeftin e, cesaretê hildidin û em ê di nav bihevrabûnê da meşa xwe bidomînin"

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo ku pêşî li ber welatê me bigirin, ji hundir û derva va êrîş tên kirin û ev êrîş ezma me ya têkoşînê xurt dike, biryardariya me zêdetir dike."

Rîcala dewletê bi serokatiya Serok Erdogan ji bo salvegera 97em a îlankirina Komarê Anitkabîr ziyaret kir.

Piştî ku Serok Erdogan li serê Rêya Şêran cihê xwe girt, merasimê dest pê kir. Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Dewlet Bahçelî, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, endamên Kabîneya Serokomariyê, serokên dezgehên daraza bilind, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên hêzan jî ji Rêya Şêran ra meşiyan û derketin mozoleyê.

Piştî ku Erdogan çelenga li ser heyv û stêrk heye, danî ser mozoleya Ataturk, rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin. 

Paşê Erdoagan û rîcala dewletê derbasî qûleya Mîsaqa Millî bûn. Erdogan li vê derê di Deftera Taybet a Anitkabîrê da wiha nivîsî:

"Ataturkê ezîz; Di vê roja ku em gihîştin salvegera 97em a Komara me da em kêfxweş in û di vê roja taybet da em cardin li hizûra we ne. Em zatê we yê mezin, hemû qehremanên me yên Şerê Rizgariyê û şehîdên me yên ezîz ku seba îstiqlal û îstiqbala miletê me, bê teredut ber bi şehadetê va revîn, bi bîr tînin û spasiya xwe pêşkêşî xaziyên me dikin.

Ji bo ku em Komara emanetê we pêş bixin, bigihînin hedef û xeyalên wê, em bi hemû hêza xwe dixebitin. Türkiye îro ji demokrasiyê bigre heta azadiyan, ji parastinê heta aboriyê, ji tenduristiyê heta polîtîkayê di her qadê da serkeftina bi dest dixe. Ji bo ku pêşî li ber welatê me bigirin, ji hundir û derva va êrîş tên kirin û ev êrîş ezma me ya têkoşînê xurt dike, biryardariya me zêdetir dike. Em ji rabirdûya xwe ya navdar a ku tije serkeftin e, cesaretê hildidin û em ê di nav yekîtî, biratî û bihevrabûnê da ber bi paşeroja xwe ya hevpar va meşa xwe bidomînin. Ruhê te şad be."

Piştî merasimê Anitkabîr ji ziyareta welatiyan ra vebû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE