"Em ji Rûsyayê bawer dikin lê em nikarin ji terorîstan bawer bikin"

"Heke em li li Sûriyeyê li herêma ewle terorîstekî YPG/PKKyî bibînin, emê bê dudilî wan berteref bikin"

"Em ji Rûsyayê bawer dikin lê em nikarin ji terorîstan bawer bikin"

Wezîrê Karê Derve Çavuşoglu der barê vekişandina terorîstên YPGyî da wiha got: "Duh Rûsyayê ragihand ku YPGyî vekişiyane. Baweriya me bi hevpeymanên me yên Rûs heye lêbelê baweriya me bi terorîstan tune."

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu anî ziman ku destpêkirina civînên Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê gaveke ji bo pêşketinê ye. Çavuşgolu wiha axivî:

"Garantorên Astanayê, Neteweyên Yekbûyî û me di serî da ji bo avakirina Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê îstişare kir. Destpêkirina van civînan ji bo çareserkirina mijarê pêngaveke girîng e."

Çavuşoglu der barê vekişîna terorîstên YPGyî da wiha got: "Duh Rûsyayê ragihand ku YPGyî vekişiyane. Baweriya me bi hevpeymanên me yên Rûs heye lêbelê baweriya me bi terorîstan tune. Heke em li li Sûriyeyê li herêma ewle terorîstekî YPG/PKKyî bibînin, emê bê dudilî wan berteref bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE