"Em ê ji welatiyên xwe yên li Îzmirê malên wan xera bûn ra yên nû çêkin û teslîm bikin"

"Em ê ji welatiyên xwe yên li Îzmirê malên wan xera bûn ra yên nû çêkin û teslîm bikin"

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Înşellah di demeke kurt da em ê ji bona welatiyên xwe yên di erdheja Îzmirê da malên wan xera bûn yên nû çêkin û teslîm bikin."

Erdogan li Stadyuma Bajêr ya Ataturk ya Vanê di Kongreya Asayî ya 7emîn ya  Vanê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser erdheja li Îzmirê çêbû û wiha got: "Piştî erdhejê tevî wezîr, parlamenter, hemû sazî, Heyva Sor û AFADê em bi hev ra çûn hewara xwîşk û birayên xwe yên li Îzmirê."

Erdogan diyar kir înşellah wê di demeke kurt da ji bona welatiyên xwe yên di erdheja li Îzmirê da malên wan xera bûn yên nû çêkin û teslîm bikin.

Serok Erdogan destnîşan kir kesên kirêtiyên dijî pêxemberê dînekî û rêvebirê dewletekê di bin navê azadiyê da diparêzin zirarê didin têgeha demokrasiyê û wiha axivî: "Di serî da Fransa neyartiya Îslamê ya li hin dewletan nîşan dide ku hişmendiya çewt ya gelek caran Ewropa bir felaketê hê jî didome."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE