"Em ji yê ku terorîstan tercîhî hevkarê xwe dike re dibêjin oxir be"

Erdogan: "Yê ku hevkarî û mutefîqiya xwe ya stratejîk a bi welatekî 81 milyonî re ji bo têkiliyên xwe yên bi rêxistinên terorê feda dike ra em dibêjin 'Hadê oxir be".

"Em ji yê ku terorîstan tercîhî hevkarê xwe dike re dibêjin oxir be"

Serok Erdogan: "(Liva di dovîzê da) Ez ji Trabzonê îlan dikim, me lîstika we dît û em dibêjin de werin meydanê."

Erdogan: "Tişta bi provokasyon û darbeyê nikaribûn bikin niha hewl didin bi pereyê bikin. Ev bi eşkere şerê aboriyê ye."

Serok Erdogan: "Em ê teslîm nebin. Heger hûn bi dolarê va bi ser ma da werin, em ê jî ji xwe ra li rêyên din bigerin da ku karê xwe bimeşînin."

Erdogan: "Yê ku hevkarî û mutefîqiya xwe ya stratejîk a bi welatekî 81 milyonî re ji bo têkiliyên xwe yên bi rêxistinên terorê feda dike ra em dibêjin 'Hadê oxir be".

Serok Erdogan: "(Amerîka) Tu radibî û dixwazî ji bo keşeyekî ku bi rêxistinên terorê ra peywendiya wî heye, Tirkiyeya 81 milyonî feda bikî. Qusûrê nenihêre, wekî dewleta hiqûqê çi bivê, em ê jî wî bikin."

Erdogan: "Armanca operasyonê ew e ku ji aboriyê bigre heta siyasetê di hemû qadan de teslîmgirtina Tirkiyeyê ye."

Serok Erdogan: "Heger yên ku wisa ser ra difikirin ku mesele bi tenê kura dovîzê, keşeyê ku tê darizandin û baca hesin û alumînyûmê ye, bira biwarqilin û bi xwe va werin."

Serok Erdogan: "Em ê berê xwe bidin bazar, hevkarî û tifaqên nû û em ê wisa bersivê bidin yên ku li hemberî hemû dinyayê cenga bazirganiyê dan destpêkirin û welatê me jî kirin nava vê yekê."

Erdogan: "Ew niha rihê me kur dikin, lê nizanin ku sibê wê zêdetir bê."

Serok Erdogan: "Me welat, bang û alaya xwe ku em wekî namûsa xwe dibînin, teslîmî emperyalîstên ku xayin, nemerd û terorîstên di nava me da wekî maşe diemilînin, nekir."

Erdogan: "Em careke din li hemberî lîstikeke siyasî û dizî hatin. Bi îzna Xwedê emê ji vê jî bi serkeftî derkevin"

Serok Erdogan: "Di amadekariyan da em gihîştin qonaxa dawîn ku em li Sûriyeyê herêmên nû li herêmên ku me bi Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va ewlekarî lê ediland, zêde bikin. Em ê înşelah di kurtedemekê da ciyên nû jî azad bikin û ewlekariyê lê biedilînin. Heya niha hejmara kesên ku vegeriyan ciyên ku me ewlekarî lê ediland, derket çaryeka milyonê."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 12 Tebax 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE