"Em KDVya melzemeyên pêdawistiya sereke ji sedî 18an dadixin ji sedî 8an"

"Em KDVya melzemeyên pêdawistiya sereke ji sedî 18an dadixin ji sedî 8an"

Serok Recep Tayyîp Erdogan anî ziman ku beriya hevdîtina heyetên Rûsya û Ukraynayê ya ku dê sibe li Stenbolê bê lidarxistin, ewê bi heyetan re hevdîtinekê kurt bikin.

Serok Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokkomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Serok Erdogan ji bo hevdîtina heyetên Rûsya û Ukraynayê ya ku biryar e sibe li Stenbolê bê lidarxistin got, "Beriya civînê emê bi heyetan re hevdîtinekê kurt bikin."

Serok Erdogan ji bo şerê Rûsya-Ukraynayê wiha got, "Ez dikarim bêjim trafîka telefonê ya ku em digel Cenabê Pûtîn û Zelenskiy didomînin ber bi îstiqameteke erênî ve diçe."

Erdogan al kişand ser modêla hevkariyê ya kamû-taybet û got, "Tirkiye di warê bikaranîna vê modêlê de bi awayekî berhemdar di asta Ewropayê de 3yemîn û li dinyayê 13emîn e."

Erdogan herwiha got, "Dema welatê me ji ezmûna 2023yê bi serfirazî derbas bû, di her qadê de wê derbasî lîga jortir a cîhanê bibe. Em ji dil û can bawer dikin Tirkiye dê bibe lîder."

Serok Erdogan mizgîniya kêmkirina KDVyê da û wiha pê de çû:

"Em KDVya melzemeyên pêdawistiya sereke yên weke deterjan, sabûn, destmalên kaxetî, hefadeyên zarokan ji sedî 18an dadixin 8an. Em KDVya melzemeyên pêdawistiya sereke yên weke deterjan, sabûn, destmalên kaxetî, hefadeyên zarokan ji sedî 18an dadixin 8an."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE