“Em ê kesên bi firsendkariyê gelê me mexdûr dikin efû nekin û ji wan hesab bipirsin“

“Em ê kesên bi firsendkariyê gelê me mexdûr dikin efû nekin û ji wan hesab bipirsin“

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Kesên li firsenda xwe dinihêrin, çavbirçîtiyê dikin û gelê me mexdûr dikin, em ê wan efû nekin û ji hemûyan hesab bipirsin."

Erdogan li navneda giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya 152yemîn ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got divê neyê jibîrkirin ku hilbijartinên 2023yan ji AK Partî û şexsê min bêhtir ji bona gel û welatê me wê hilbijartineke zehf girîng be.

Erdogan banga li şaredarên AK Partiyê kir û got ku divê di avê da herî kêm bi qasî KDVyê erzaniyê bikin û tevkariyê bidin têkoşîna me ya dijî enflasyonê.

Serok Erdogan diyar kir kesên li firsenda xwe dinihêrin, çavbirçîtiyê dikin û gelê me mexdûr dikin, wê wan efû nekin û ji hemûyan hesab bipirsin.

Erdogan der barê civîna 6 partiyên mixalefetê da got, hûn li ser wê maseya gilover çi diaxivin eşkere ye û wiha axivî, "Parve bikin, lê hûn ê heya ku çi çaxê parve bikin. Ji wê maseyê tiştek dernakeve."

Serok Erdogan destnîşan kir wê nehêlin ku tu kes rewşa aborî û siyasî ya tarî ku li Tirkiyeya berê hebû cardin bîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE