“Em kêfxweş in ku pêvajoya danustanên hilbijartina Somaliyê bi lihevkirinê bi encam bû“

“Em kêfxweş in ku pêvajoya danustanên hilbijartina Somaliyê bi lihevkirinê bi encam bû“

Wezareta Karê Derve ragihand ji ber ku danûstanên pêvajoya hilbijartina Somaliyê ya bi serektiya Serokwezîr Mohamed Hussein Ruoble bi lihevkirinê bi encam bû kêfxweş in.

Wezareta Karê Derve di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got, "Ji ber ku danûstanên ji bo pêvajoya hilbijartina Somaliyê ya bi serektiya Serokwezîr Mohamed Hussein Ruoble bi lihevkirinê bi encam bû û di vê çarçoveyê de peyman hat îmzakirin, em kêfxweş in."

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin "Tirkiye dubare baweriya xwe tîne ziman ku gelê Somaliya dost û bira xwediyê wê hêzê ye û xwediyê wê bîreweriya siyasî ye ku siberoja xwe bi îradeya xwe tayîn bike. Herwiha em ji ber tevgerên wan ên eqlêselîmane pîrozbahiyê li serekên siyasî yên Somaliyê dikin. Em hêvîdar in pêvajoya hilbijartinê di demeke kurt de encam bide."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE