"Em kêfxweş in ku îradeya hevkariya me ya digel MYEyê dualî ye"

Serokomar Erdogan, ziyareta xwe ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb a du rojan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî nirxand.

"Em kêfxweş in ku îradeya hevkariya me ya digel MYEyê dualî ye"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê ziyareta Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) da got, "Em kêfxweş in ku îradeya pêşxistin û parastina asta hevkariya me ya vê dawiyê dualî ye."

Serokomar Erdogan, ziyareta xwe ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb a du rojan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî nirxand.

Erdogan wiha got, "Me ziyareta xwe ya ji bo welatê bira Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, hemd ji Xwedê ra îro kuta kir."

Erdogan bal kişand ku wan 13 peyman îmze kirin û wiha got, "Em bawer in, peymanên ku me îmze kirin dê zemîna ehda me qewîntir bike."

Erdogan bal kişand ku ew piştgiriyê didin ewlekarî û îstiqrara MYEyê û wiha got, "Em ewlekariya Herêma Kendavê ji ya xwe cudatir nabînin. Em kêfxweş in ku îradeya pêşxistin û parastina asta hevkariya me ya vê dawiyê dualî ye. Em bi biryar in ku vê xîretê ji bo berjewendiyên me yên hevpar û îstiqbala herêmê, bi rêzgirtin û bawerbûna dualî bidomînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE