"Em komara xwe ne bi gotinê bi kar û xebatan pîroz dikin"

Serok Recep Tayyip Erdogan di komcivîna AK Partiyê ya heftane de axivî...

"Em komara xwe ne bi gotinê bi kar û xebatan pîroz dikin"

Serok Recep Tayyip Erdogan di komcivîna AK Partiyê ya heftane de axivî...

Serok û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em komara xwe ne bi gotinê bi kar û xebatan pîroz dikin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser pîrozkirina Cejna Komarê û wiha got: "Em komara xwe ne bi gotinê bi kar û xebatan pîroz dikin."

Erdogan destnîşan kir li welatê wan derdorek heye ku bi salan e wekî nirxên gel yên din dixwazin Xazî Mustafa Kemal, Cejna Komarê û Cejna Serkeftinê jî hildin bin destê xwe û wiha got: "Tu feydeya wan negihîştiye komar, gel û welatê me. Tu xizmeteke wan çênebûye."

Serok Erdogan diyar kir li rojhilatê Feratê jî wê rêxistinîbûna terorê belawela bikin û wiha peyivî: "Di vê mijarê da me amadehî, plan û bernameyên xwe temam kirin. Heta çend roj berê me dijî Rêxistina terorê midaxeleyeke fiîlî da destpêkirin. Di demeke kurt da em ê bi operasyonên çalak û berfireh rêxistina terorê belawela bikin."

Erdogan destnîşan kir dizanin ku hin kes DEAŞê cardin perwerde dikin û bi endamên xwe yên li qadê dixwazin cardin derxin meydanê û wiha got: "Hêzên ku ji bona armancên xwe yên li herêmê hemû rêxistinên terorê diemilînin lîstikeke din dixwazin bilîzin. Em bawer dikin ku ne gelê herêmê û ne jî civaka navneteweyî wê bi lîstika DEAŞê nexapin."

Serok Erdogan di berdewamiyê da diyar kir wê destûrê nedin kesên ku dixwazin him rejimê sor bikin û him jî DEAŞê zindî bikin û cardin Sûriyeyê di nav şer û xwînê da bifetisînin.

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2018, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE