"Emê li Deryaya Spî di cîbicîkirina plana xwe de berdewam bin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê cîvîneke çapemeniyê li dar xist.

"Emê li Deryaya Spî di cîbicîkirina plana xwe de berdewam bin"

Erdogan derbarê pêşhatên li Deryaya Spî got, "Axeke weke Tirkiyeyê ku bi qasî 780 kîlometroçarçik e pişt guh dikin û li ser hinek giravên biçûk hewl didin me hebsî peravên me bikin, emê qet vê qebûl nekin."

Erdogan bangawazî li hemî welatên Deryaya Spî kir û wiha got, "Ka em weke hemî welatên Deryaya Spî werin ba hev. Em formulekî bibînin ku hemî kes pê razî be mafê hemî kesî biparêze. Ji bo çareseriya lihevnekirinan, bi rêya diyalogê û li ser binemaya heqaniyetê em hene û amade ne. Heta divê mijarê de eqlê selîm bibe serwer emê weke Tirkiyeyê li qadê û di warê dîplomasiyê de di cîbicîkirina plana xwe de berdewam bin."

Erdogan bal kişand ser serkeftina Tirkiyeyê di warê têkoşîna dijî Kovîd-19ê û got, "Welatê me di warê pêketinan a serê milyonek kesî de, di rêza 73yan de ye, di warê rêjeya mirinan de serê milyonek kesî, di rêza 57an de ye. Dema ev pêvajo qediya, Tirkiye dê li cîhanê bibe yek ji wan welatên ku şewb bi xisareke kêm derbas kiriye."

Serokomar Erdogan wiha pê de çû:

"Di pergala nû ya cîhanê ya piştî şewbê de Tirkiye dê lokasyona xwe ya cografî, torên xwe yên lojistîk, qebareya xwe ya berhemanînê, çavkaniya mirovî, zanyarî û karîna xwe bikar bibe û çîrokeke nû ya serkeftinê binivîse."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE