"Em li hemberî zilm û zordariyê bêdeng namînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got ku ew li hemberî zilm û zordariyê bêdeng namînin

"Em li hemberî zilm û zordariyê bêdeng namînin"

Serok Erdogan der barê nûçeya Fînancial Tîmesê da got ku "Hûn çi dikin bikin, kîjan serenavan diavêjin biavêjin Tirkiye li ser piyan e, dê hêzdartir bibe û di rêya xwe de diçe."

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê di merasima vekirina Avahiya Xizmetê ya Navenda Giştî ya Memur-Senê da axivî.

"Em li hemberî zilm û zordariyê bêdeng namînin" 

Serok Erdogan wiha axivî: 

"Ez wisa bawer dikim ku dê camîeya Memur-Senê di atmosfera ku ji ber hilbijartinan derket holê da li cihên ku lê ne ripîrast bisekinin. Dê çi bike ma dê te ji meqama te bistîne? Bila bistîne. Ma dikare te ji karmendiyê biavêje? Nikare. Ji ber ku qanûna ku dibêjinê 657 te bi awayekî hêzdar diparêze. Di ser da jî kesên ku serî li van rêyan didin li pişt we wekî kelhekî camîeya Memur-Senê heye. Li vî welatî niha hikûmetek heye. Em tu carî li hemberî zilm û zordariyê ku dê bên kirin bêdeng namînin." 

- "Em ê Sûriyeyiyan li ber destê wan nehêlin"

Erdogan got "Li Boluyê şaredarekî hilbijartî ji bo Sûriyeyiyên li wir gotiye ku 'Ez tasek şorbe nadim van, ez ê wan ji vir bişînim' em jî dê Sûriyeyiyan li ber destê wan nehêlin û wek hikûmet bi rêya walîtiyan dîsa xwarinê bidin wan cil û bergan bidin wan."

- "Jimara nûçeyên dijî me zêdetir dibin"

Serok Erdogan der barê nûçeya Fînancîal Tîmesê da ev gotin: 

"Em çiqas di mijara têkoşîna dijî terorê û penaberan da balê dikşînin ser standarta du alî jimara nûçeyên dijî me zêdetir dibin. Ey Fînancîal Tîmes tu Tirkiyeya ku malxwedîtiya 4 milyon penaberî dike nas nakî? Li welatê te niha çiqas penaber hene. De ka nûçeya wê jî çêke em bibînin. Bêbextiya çend marjînalan me aciz nake ya ku me aciz dike ew e bêyî ku lêkolînekê bikin, îdia bên teyîdkirin, ji mixataban rastiya kar bipirsin prîmê didin her cure xeber û propagandayên dijî Tirkiyeyê."

- "Têkoşînên lêgerîna mafê hewcehiyeke demokrasiyê ye"

Erdogan got "Nîqaşên di heyama hilbijartinê da êdî xilas bûn herkesê berê xwe da jiyana xwe ya rojane û kar û barên xwe." û wiha axivî: "Têkoşînên lêgerîna mafê derfet û hewcehiyeke demokrasiyê ne. Tu kes nikare heqaretê li kesên ku têkoşîna lêgerîna mafê dikin bike."

- "Divê em bala xwe bidin rojeva xwe ya eslî"

Serok Erdogan got "Divê em nîqaşên hilbijartinê li pey xwe bihêlin û di serî da aborî û ewlehî bala xwe bidin rojeva xwe ya eslî. Heyam heyama sarkirina hesinê sor e, hevgirtin û xurtkirina yekîtî û bihevrabûnê ye."

- "Dema LBH biryara dawîn bide ji bo me mesele xilas dibe"

Serok Erdogan der barê serlêdanên ji bo LBHyê da wiha axivî: "Ji rabirdûya va her cure partiyên siyasî serî li rêyên wiha daye. Bi awayekî li heqê xwe geriyaye. Heta ku biryara dawîn hatiye dayîn jî mijar teqîb kirine. Lê dema partiya min dike hûn çima aciz dibin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidin. Dema ku LBHyê biryara xwe ya dawîn da mesele ji bo me jî xilas dibe. Paşê em ê di rêya xwe da bimeşin."

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 18:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE