"Emê ÎMECEya peyka xwe ya çavdêriyê di Çileya 2023yan da bişînin fezayê"

"Emê ÎMECEya peyka xwe ya çavdêriyê di Çileya 2023yan da bişînin fezayê"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em ÎMECEya peyka xwe ya çavdêriyê ya neteweyî û xwemalî ku endezyarên Tirk çêkirine di Çileya 2023yan da û TURKSAT 6Ayê di navîna 2023yan da dişînin fezayê."

Erdogan li avahiya Golbaşiyê ya Midûriyeta Giştî ya Turksatê beşdarî Merasima Peyka 5Byê ya Turksatê bû.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got em ÎMECEya peyka xwe ya çavdêriyê ya neteweyî û xwemalî ku endezyarên Tirk çêkirine di Çileya 2023yan da û TURKSAT 6Ayê di navîna 2023yan da dişînin fezayê.

Erdogan diyar kir bi Bernameya Fezayê ya Neteweyî mîna li beja, behr û asîmanê li fezayê jî ji bona wan meseleya namûsê ye ku em menfeetên welatê xwe biparêzin.

Serokomar Erdogan got ku em ê ji niha û pê da li ser balafirên xwe di dewsa Turkîsh Aîrlînesê da Rêhewayên Tirkiyeyê binivîsînin.

Erdogan destnîşan kir wê li ciyên dûr û li ciyên ku nifûs kêm e binesaziya sîber çêkin û hewl bidin ku binesaziyeke hevbeş çêbe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE