"Em meseleyên der barê dexl da çareser dikin"

"Bi metna ku îro lihevkirin pêk hat em seba ji Afrîkayê bigir heta Rojhilata Navîn, ji amerîkayê heta Asyayê bi milyonan mirov bi xelayê ra rûbirû nemîne hewl didin û di vê da keda me dê hebe."

"Em meseleyên der barê dexl da çareser dikin"

Serokomar Erdogan der barê Peymana Sewqiyata Dexlê da got ku "Bi metna ku îro lihevkirin pêk hat em seba ji Afrîkayê bigir heta Rojhilata Navîn, ji amerîkayê heta Asyayê bi milyonan mirov bi xelayê ra rûbirû nemîne hewl didin û di vê da keda me dê hebe."

Serokomar Erdogan di "Merasima Îmzekirina Belgeya Teşebûsa bi Awayekî Ewledar ji Bêndergehên Ukraynayê Sewqa Dexl û Madeyên Xurekê" ya ku li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê hat lidarxistin da axivî û silav da kesûn beşdarî merasimê bûn û gote wan ku bi xêr hatine Stenbolê. 

Erdogan got ku piştî civîna ku di 29ê adarê hat kirin û di pêvajoya mizakereyê da xwedî roleke girîng e dîsa bi hev ra ne û da zanîn ji ber ku dostên xwe yên hêja di rojeke din a dîrokî da li cardin li Stenbolê diezimîne gelekî kêfxweş e. 

Erdogan got bi mafdarî serbilind in ku bûn wesîleya teşebûseke ku dê di çareseriya qeyrana xurekê ya ku demek dirêj e hemû dinyayê mijûl dike roleke mezin bilîze û wiha axivî: 

"Bi metna ku îro lihevkirin pêk hat em seba ji Afrîkayê bigir heta Rojhilata Navîn, ji amerîkayê heta Asyayê bi milyonan mirov bi xelayê ra rûbirû nemîne hewl didin û di vê da keda me dê hebe. Di berhemên çandinî û xurekê da temînkirina ewlehiya erzê ya dinyayê ji gelek aliyan va gelekî girîng e. Bi vê pêngavê dê pêşî li zêdebûna bihayan a muxtemel a ku dê ji ber germahiya zêde ê bêaviyê çêbe hat girtin. Em dîsa alîkariya kontrola enflasyona xurekê ya ku bêye pirsgirêkeke gerdûnî dikin. Helbet em ji nişka va nehatin vê astê. Ji bo ku dexla di depoyên Ukraynayê da ji ser Behra Reş bê îxraçkirin me bi meqamên Ukrayna û Rûsyayê ra, bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî ra pêvajoyeke dijwar û xurt meşand."

Erdogan ragihand ku di vê pêvajoyê da bi hemtayên xwe yên Ûris û Ukraynayî ra daimî di nav têkiliyê da bûn, ji bo ku hêvî û fikarên herdu welatan ên der barê pêvajoyê da bên helkirin îstişareyên berfireh kirin. 

Erdogan destnîşan kir ku wezîrên Karên Derva û parastina neteweyî jî gelekî hewl dan û got ku piştgiriyên ku Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û ekîba wî dan plana ku pêşnûmaya wê ya ewil hat amadekirin hêjayî pîrozkirinê ye. 

"Îcra û kontrola planê dê ji hêla navenda ku dê li Stenbolê bê avakirin va bê kirin"

Erdogan bi vê wesîleyê ji ber serokatiya ku nîşan dan spasiya Vladimîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê û Volodimîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê kir û wiha axivî: 

"Bi trafîka keştiyan a ku wê di rojên pêş me da li Behra Reş dest pê bike va wê bêhna gelek welatên dinyayê derkeve. Ji derketina keştiyan bigire heya bi ewlehî întiqal bibin û bêndergehên ku herinê li ser hemû pêvajoyan lihevkirin heye. Sepana kontrolkirina vê plana ku heta bêjî girîng e wê li navenda koordînasyona hevpar a ku li Stenbolê ava bibe, bê birêvebirin. Bi serkeftî tetbîqkirina planê da piştgiriya civaka navneteweyî jî bêguman gelekî girîng e."

Serokomar Erdogan got ku biqasî 4 meh beriya niha dîsa li Stenbolê bi mazûvantiya Tirkiyeyê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da mizakere hatin kirin û pêş ketin çêbû û hêviyên ji bo ku dawî li şer bê derketin holê û mixabin ku geşedanên piştî wê civînê qewimîn pevçûn xurt kirin û ev gotin: 

"Em ji serî va dibêjin ku dû tu kes di vê şerê da bi ser nekeve, ne tenê alî dê hemê dinya xeyb bike. Pevçûnên ku biqasî 5 mehan e bênavber dewam dikin û bandorên vê yên gerdûnî mixabin ku vê pêşbiniya me rast derdixîne. Çek çiqas dirêj dom bike bandora wan ê aborî û mirina mirovan zêde dibe. Şer ne tenê aliyan û welatên herêmê bandoreke neyinî li ser her mirovên li çar aliyê dinyayê dike lêbelê em wisa bawer dikin ku ev boçûn muqeder nîne. Em hêvî dikin ku ev pevçûnên ku dibe sedema jiyana mesûman demildest xilas bibin."

"Şer dawiya dawî dê li maseya mizakereyê xilas bibe"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku di aştiyeke adil da tu kes winda nake û ev ji hêla herkesê va tê zanîn û wiha axivî: 

"Ez ji dil û can hêvî dikim bi vê gava şirîkatiyê ya ku me li Stenbolê bi Rûsya û Ukraynayê ra avêt hêviyên aştiyê jî şîn bike. Geşedanên di eraziyê da çi dibin bila bibin dawiya dawiyî dê şer li ser maseya mizakereyê xilas bibe. Ev atmosfera dostane û aştiyane ya ku me tesîs kiriye ji bo dawîlêanîna şer va pêş bikeve dê ev kêrî hemû mirovahiyê bê. Em ê bi berpirsyariya hişmendiya ku nêrîna me ya şaristaniyê dixe ser milê me hereket bikin. Heta ku li herêma me aştî bi cî bibe em dê hewcehiyên hiqûqa cîraniyê bi cî bînin. Xwedê yar û alîkarê we be. Ez ji ber hewldanên we spasiya we hemûyan dikim."

Erdogan got peymana ku dê îro bê îmzekirin bila ji bo welatên eleqedar û hemû mirovahjiyê bibe wesîleya xêrê û li ser navê şexsê xwe û gelê xwe spasiya herkesê keda wan di vê pêvajoyê da heye kir. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE