"Em nahêlin ku li bakurê Sûriyeyê dewleteke terorê bê damezrandin''

Serokomar Erdogan: "Em nahêlin ku li bakurê Sûriyeyê dewleteke terorê bê damezrandin û em destûrê jî nadin."

"Em nahêlin ku li bakurê Sûriyeyê dewleteke terorê bê damezrandin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan:

"Em nahêlin ku li bakurê Sûriyeyê dewleteke terorê bê damezrandin û em destûrê jî nadin."

 "Hêca min bi Merkela Şansolye ra axaftineke dirêj kir."

 "Daxwaza me ya sereke ew bû ku em vê mijarê bi hevabendên xwe yên li herêmê ne ra bibin serî û tevlî wan vê yekê çareser bikin."

"Ya girîng ew e ku di dema herî kin da bi êşa herî kêm va pêvajoyê temam bikin."

 "Hetanî nika bi 652 topên hewanê û roketan êrîşî wargehên me yên li Şanliurfa, Mêrdîn, Şirnex û Gazîentabê kirin." 

 "Niha navenda bajarê Resûleynê û 4 gund hatin hildan."

"Di êrîşên li hemberî bajarên me yên ser sînorin hatin kirinda qismek jê zarok 18 welatiyên me şehîd ketin, 147 welatiyên me jî birîndar bûn."

"Hejmara terorîstên hatin berterefkirin derkete 490î. Ji wan 440 kes hatin kuştin, 26 kes birîndar bûn û 24 heb jî teslîm bûn."

"Di vê operasyonê da piştgiriya herî mezin Kurdên ji Sûriyeyê didin me"

"Li qada herekatê 2 eskerên me û 16 endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê şehîd bûn."

"Em çima li Sûriyeyê ne? Rejim li dijî terorîstan nikare li ser piyan bisekine."

"Mezinahiya qada ku heta niha hatiye hildan 109 kîlometreqereye."

"Ev mesele ji bo Tirkiyeyê meseleya bekayê ye"

"Eşkere ye ku herekata me gelê Sûriyeyê û Kurdan naxe hedef, hedef terorîst in."

 "Ez ê bi nûnerên kamuya navneteweyî yên li Tirkiyeyê ra di nav hefteyê da li Enqereyê civînekî bikim."

 "Hêza eskerî ya Tirkiyeyê heke hesasiyeta me ya ji bo mirovahiyê nebe li hemû qada operasyonê di nav çend rojan da dikare rêxistina terorê bela wela bike û têrî vê jî dike. Lê em mîna ta di derziyê da derbas bikin hesas tevdigerin û ji bo pozê mesûmekî jî xwînî nebe hewl didin."

"Rewşeke ku em bêjin operasyona me Kurdan dixe hedef tune, tu carî jî nabe."

"Nêrîna me ya ji bo terorîstan a ji bo merivan cuda ye. Ji xwe em nejiadperest nînin."

 "Kesên dixwazin di navbera me û rêxistina terorê da navbeynkariyê bikin hene, ev çawa serokwezîr in, çawa serokê dewletê ne, ne mimkune ku mirov fehm bike."

"We kînga dîtiye ku dewletek bi rêxistineke terorê ra hatiye ser maseyê."

"Ne mimkûne em rabin xwe înkar bikin û Xwedê nîşan nede ku bi rêxistina terorê ra li ser maseyekê bicivin." 

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE