"Em ê ne şehîdên xwe ji bîr bikin û ne jî Komkujiya Srebrenîtsayê bidin jibîrkirin"

Serok Erdogan bi wesîleya salvegera 25emîn ya Komkujiya Srebrenîtsayê ji merasima bîranînê ya li fabrîqeya akumulatorê ya berê ra bi vîdeoyê peyam şand ku di şerê li Bosnayê da eskerên Neteweyên Yekbûyî (NY) wek baregeh emilandibûn.

"Em ê ne şehîdên xwe ji bîr bikin û ne jî Komkujiya Srebrenîtsayê bidin jibîrkirin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê ne şehîdên xwe ji bîr bikin û ne jî Komkujiya Srebrenîtsayê bidin jibîrkirin."

Serok Erdogan bi wesîleya salvegera 25emîn ya Komkujiya Srebrenîtsayê ji merasima bîranînê ya li fabrîqeya akumulatorê ya berê ra bi vîdeoyê peyam şand ku di şerê li Bosnayê da eskerên Neteweyên Yekbûyî (NY) wek baregeh emilandibûn.

Serokomar Erdogan di peyama xwe da got ku em ê ne şehîdên xwe ji bîr bikin û ne jî Komkujiya Srebrenîtsayê bidin jibîrkirin.

Erdogan diyar kir wê qetlîam û cinayetên dijî xwîşk û birayên xwe yên ji Bosnayê bişopînin û got ku em ê di lêgerîna heq û edaletê da we tenê nehêlin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir digel bi dehan êş, qetlîam û hêsirên çavan siyasetmedarên Ewropayî ji qetlîama Srebrenîtsayê tu dersekî hilnedan.

Erdogan di peyama xwe da got xeberdanên ku neyartiya Îslamê zêde dikin û destekê didin dijberiya biyaniyan hê jî bi serbestî tên gotin û ev jî ji bona pêşeroja me dibe sedema fikareke mezin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE