"Em nebin hakimê teknolojiyê nikarin serxwebûna xwe bidomînin"

Serok Erdogan: "Em çawa ku bêyî hukumkirina ser axa xwe nikarin bibin serbixwe, em nebin hakimê teknolojiyê jî nikarin serxwebûna xwe bidomînin."

"Em nebin hakimê teknolojiyê nikarin serxwebûna xwe bidomînin"

Serok Erdogan: "Em çawa ku bêyî hukumkirina ser axa xwe nikarin bibin serbixwe, em nebin hakimê teknolojiyê jî nikarin serxwebûna xwe bidomînin."

Serok Erdogan: "Di heyama nû da divê êdî em li ser qalîteyê bisekinin. Sermayeya me ya beşerî hêza me ya herî mezin e. Ji bo vê jî şert e ku em pergala xwe ya hîndekariya bilind bi saziyên wê û rêvebiriya wê va pir pêş bixin."

 "Niha pergaleke me ya perwerdeya bilind ya îdeal tuneye û ev rastiyek e. Heger Tirkiye pêşva here, xurt bibe û pêş bikeve em dixwazin di vî warî da jî xebatên mezin û berfireh bikin."

 "Em xemgînî dibînin ku hin zanîngehên me yên weqfan, bi hişmendiyeke ku eleqeya wê bi weqiftiyê ra tuneye tevdigerin û tenê ji bo qezencê dixebitin. Divê li ser vê mijarê jî bi hesasî were sekinandin." 

 "Zanîngehên me yên weqfan her çiqas cihê tên girtin jî çend îstisna ne tê da di zêdekirina kalîteya fêrkirin û perwerdeyê da gorî hêviyên me feydeyê nadin."

 "Ji bo pêşî lê bibirin ku teknopark ji armanca avakirina xwe dûr nekevin di bijartina saziyan da dibê hesasiyet were nîşandan."

"Di warê ewlehî, çêkirina daneyan, parastin, tenduristî, perwerde, teknolojî û hişê çêkirî da em mecbûr in ku li ser lingên xwe bisekinin."

 "Ji dil û can bawer dikim ku zanîngehên di destê rêveberiyên xwe ji bo zanist û teknolojiyê feda kirine da ne ew ê di demeke kin da bigihîjin asta ku em dixwazin."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE