"Em niha faîzê dadixînin û înşallah emê hemî pêkve daketina enflasyonê jî bibînin"

Serok Erdogan di weşana hevpar a TRTê de geşedanên rojevê nirxandin.

"Em niha faîzê dadixînin û înşallah emê hemî pêkve daketina enflasyonê jî bibînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan derbarê geşeya dawiya salê de got, "Hêviya me emê 10ê bibînin. Texmîna me weke esxerî 10 e, lê dibe wê derbas ke jî."

Serok Erdogan di weşana hevpar a TRTê de geşedanên rojevê nirxandin.

Serok Erdogan derbarê geşeya dawiya salê de got, "Hêviya me emê 10ê bibînin. Texmîna me weke esxerî 10 e, lê dibe wê derbas ke jî. Faîz sebeb, enflasyon encam e. Em nuha faîzê dadixînin û înşalle emê hemî pêkve daketina enflasyonê jî bibînin."

Erdogan wiha got, "Armanca me ew e di demeke kurt de em bihêlin 11 hezar fîrmeyên me bi giştî ji 10 milyar lîre krediyê sûdmend bibin û pêşiya 50 hezar îstixdama nû vekin. Me 2 pakêtên piştekê ên giring amade kirin. Fîrmeyên me yên ku xebatkarên wê di biniya 50 kesî re ne, bikaribin heta 100 hezar lîreyî krediyê bistînin."

Serok Erdogan got, "Emê nehêlin ku geşeyê bixin halê bêîstiqrariyê û emê ji vê badîreyî derkevin. Em bi spekulasyonên kur-faîzê re rûbirû ne. Ji ber wê encax em dikarin pêşiya spekulasyonê bigirin."

Serok Erdogan ragihand ku ji bo karsazên ku dê li 58 wîlayetên li herêmên teşwîqê yên 3, 4, 5 û 6emîn îstixdamê pêk bînin, dê heta 7 pûanan pişteke faîzê were dayin.

Erdogan wiha pê de çû:

"Tirkiye dê rê nede ku di ser piyaseyên fînansê re tehdîdên aboriyê bên kirin. Aboriya me ya reel xwediyê wê hêzê ye ku bi temamî van tehdîdan pûç bike. Armanc ew e ku bi faîza kêm em gelê xwe, esnafên xwe têxin rehetiyê û bihêlin bêhtir veberhênanê bikin. Emê rê nedin wan kesên ku di piyaseyan de fealiyetên têkder nîşan didin û pergala buhalêkirinê xirab dikin" 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE