"Em nikarin Stenbola xwe ji qedera wê re bihêlin"

"Em nikarin Stenbola xwe ji qedera wê re bihêlin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Mixabin Stenbol di destê rêveberiyekê de ye ku hê nikarê sepanên pêşdetir jî bidomîne. Em nikarin Stenbolê ji qedera wê re bihêlin."

Erdogan beşdarî bernameya taybet a NTV û Star TVyê bû û derbarê rojevê de nirxandin kirin û bersiva pirsan da.

Serokomar Erdogan got, "Mixabin Stenbol di destê rêveberiyekê de ye ku hê nikarê sepanên pêşdetir jî bidomîne. Em nikarin Stenbolê ji qedera wê re bihêlin."

Serokomar Erdogan derbarê şert û mercên neyênî yên hewayê li Stenbolê got, "Heta 03.00ê min şopand, ez bi hevalê xwe re di peywendiyê de bûm, bi kordînekirin min li xebatên rêbejan nerî. Di serî de Stenbol, Enqere û Îzmîr, ew parên ku neqlî budceya şaredariyên mixalefetê dibin, ji 2019an ve bi qasî 2 qatan hatiye zêdekirin. Ev bê besîretî ye. Hûn nabê piştî berfbarînê tedbîran bistînin. Bi hatina demsala zivistanê re pêdivê hûn hemî tedbîran bistînin."

- "Em nabine rêgirê ti alî"

Erdogan bal kişand ser îdîayên ku tên gotin Serokomar di bê rêgirê projeyên şaredariyan û wiha got, "Ev îdîa dereweke mezin e. Em nabine rêgirê ti alî. Wan bi bêkêrî, rêbazên xwe yên neçê, hilbijartinên xwe yên şaş, şaredarî xistin pataxa deynan de."

Serokomar Erdogan anî ziman ku teklîfa CHPê ya ji bo 'rakirina maddeya heqareta li serokomar' cihê hetîketiyê ye û wiha got, "Komara Tirkiyeyê ya ku em dibêjinê mala gel, şibandin 'axurê', ev bi temamê heqaret û bê edebî ye ji bo vî gelê ezîz."

Erdogan destnîşan kir ku ew tevgera Sedef Karabaşê heqareta li dijî meqamê Serokomariyê ye û got, "Meqamê Serokomariyê bûye amanc. Em berpirsiyarin ku rûmeta meqamê Serokomariyê biparêzin."

- Sekinîna hatina xaza siruştî ji Îranê ve

Serokomar Erdogan ji bo sekinîna hatina xaza siruştî ji Îranê ve jî wiha got, "Îdîaya ku em deyndarê Îranê ne dûrî rastiyê ye, derew e."

Erdogan wiha pê de çû:

"Sala 2021ê ji bo welatiyan di fatoreyên ceyranê de ji sedî 50, di yên xaza siruştî de ji sedî 75 subvansiyon çêbû. 2022yan de jî dê subvansiyonên wisa bidomin. Em bi awayekî xweşbîn li serdema pêşiya xwe dinerin. Seyra biîsriqrar a vê taliyê di kurên dovîzê de çêbû, nîşaneya vê nerîna me ya xweşbîn e."

- Girjiya Rûsya-Ukraynayê

Serokomar Erdogan li ser girjiya Rûsya-Ukraynayê wiha got, "Em dikarin herdu serokan heke bixwazin li welatê xwe bînin ba hev û rêya ku diçe jinûva danîna jîngeha aşitiyê vekin. Ez di wê hêviyê de me Rûsya li dijî Ukraynayê êrîşa çekdarî neke û ber bi dagîrkirinê ve neçe. Avêtina gaveke wisa ji bo Rûsyayê û herêma me tevgereke aqîlane nîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE