"Em ê pergaleke parastina ya navendî, pergaleke parastinê ya hevpar çêkin"

Serok Erdogan di Merasima Temalavêtinê ya Komelgeha Heyv Stêrkê ya Wezareta Parastina Neteweyî de axivî

"Em ê pergaleke parastina ya navendî, pergaleke parastinê ya hevpar çêkin"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê Projeya Heyv Stêrkê de got, "Bi her tiştê xwe va, wê dijmin bitirsîne, seba dostan bibe ewlehî. Em ê saziyeke wisa li vê derê çêkin."

Serokomar Erdogan beşdarî Merasima Temalavêtinê ya Komelgeha Heyv Stêrkê ya Wezareta Parastina Neteweyî bû û goatarek pêşkêş kir.

Erdogan got, "Bi her tiştê xwe va, wê dijmin bitirsîne, seba dostan bibe ewlehî. Em ê saziyeke wisa li vê derê çêkin. Bi Projeya Heyv û Stêrkê va em Wezareta me ya Parastina Neteweyî, Sererkaniya me û hemû fermandariyên me yên hêzan digihînin hev. Em ê pergaleke parastina ya navendî, pergaleke parastinê ya hevpar çêkin."

Erdogan herwiha got, "Tirkiye ji her defika ku danîn ber piyan, xelas bû û ji berê zêdetir bi biryardarî û lez û beztir li ser rêya xwe dimeşe."

Serokomar Erdogan ragihand, kampusa Projeya Heyv û Stêrkê wê di 19ê Gulana 2023yan da vebe û wiha pê de çû:

"Li gor baweriya min avahiyên abîde yên wekî Kulliyeya Serokomariyê û Projeya Heyv û Stêrkê digel wezîfeya xwe ya bingehîn wekî sembolên hêza milet û dewletan in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE