Serokomar Erdogan: "(Pireya Çanakkaleyê ya 1915an) Herî dereng di 18ê Adara sala bê da em ê di salewexta Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê da pireya xwe ji bona xizmetê vekin."
"Gava Pireya Çanakkaleyê bê vekirin wê di çûn û hatina wesaîtan da ya ji Tengava Çanakkaleyê ra astengî çênebe û bihûrînê dakeve 6 deqîqeyî."
"(Pireya Çanakkaleyê ya 1915an) Bi vê pireya ku bi modêla çêke-bixebitîne-dewr bike tê çêkirin Tirkiye heyameke din ya pêşketînê jî bi serkeftî derbas dike."
"Em derbasî heyameke nû dibin ku hemû rêyên beja, behr, rêhesin û rêhewayê yên li 3 parzemînî ji welatê me, helbet ji tengavên me derbas dibin."
"(Kanala Stnebolê) Mixalefet gefê li dinyayê dixwe û dibêje 'nekevin vî karî hûn ê pereyê xwe nestînin', ev helwest nîşan dide ku di rêvebirina dewletê da çiqas cahil in."AA