''Em ê piştgiriya xwe ya ji bo e-Sporê bidomînin''

Serok Erdogan got ''Em ê piştgiriya xwe ya ji bo e-Sporê ku nexasim ciwanên me pir eleqedar in, bidomînin."

''Em ê piştgiriya xwe ya ji bo e-Sporê bidomînin''

Serok Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo e-Sporê ku nexasim ciwan pir eleqedar in, bidomînin.

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir, fînala tûrnuwaya e-Sporê FIFA21 ku duh ji hêla Şaxa Ciwanan a AK Partiyê hat lidarxistin û wî jî temaşe kir, bi qayîşkêşaneke gur û germ derbas bû.

Erdogan wiha got:

"Ez têm çavên hemû ewladên me ku beşdarî tûrnuwayê bûn û di FIFA21, PUBG û Zuluyê da pile bi dest xistin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo e-Sporê ku nexasim ciwanên me pir eleqedar in, bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE