''Em plan dikin keştiya binbehr a neteweyî di 5-6 salan da radestî Hêzên me yên Deryayî bikin''

''Em plan dikin keştiya binbehr a neteweyî di 5-6 salan da radestî Hêzên me yên Deryayî bikin''

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji îsal pê va jî em ê her sal keştiyeke binbehr têxin xizmetê, heta 2027an em ê 6 keştiyên xwe yên binbehr yên tîpa nû li sîtola me zêde bikin."

Li Fermandariya Tersaneyê ya Golcukê Merasima Kişandina Nava Hewz a Keştiya Binbehr a Xizirreîs û Pevxistina Ewil a Keştiya Binbehr a Selmanreîs hat lidarxistin û Erdogan tê da axivî.  

Serokomar Erdogan: "Em plan dikin ku keştiya binbehr a neteweyî di 5-6 salan da radestî Hêzên me yên Deryayî bikin. Ji îsal pê va jî em ê her sal keştiyeke binbehr têxin xizmetê, heta 2027an em ê 6 keştiyên xwe yên binbehr yên tîpa nû li sîtola me zêde bikin."

Erdogan li ser daxwaza tevlêbûna NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê sekinî û wiha got "Di têkoşîna terorê da piştgirî û mijara tengavkirinan di serî da mijarên ku Tirkiye li bendê ne, divê werin çareserkirin. Di nav NATOyê da wekî welatekî ku bedel daye, di mijarên ewlehiya me ya neteweyî da, ji dêvla gotinên dîplomatîk ên ne zelal, em dixwazin gavên şênber bibînin. Di polîtîkayeke berfirehbûnê da heke hesasiyetên ewlehiyê yên sereke neyên raçavkirin, li gor baweriya me xêra wê polîtîkayê ne ji me ra heye ne ji NATOyê ra heye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE