"Em plan dikin Reforma Rêvebiriyên Herêmî di heyama qanûndanînê ya pêş da bînin rojevê"

Serok Erdogan: "Em plan dikin Reforma Rêvebiriyên Herêmî ku li navenda me ya giştî xebatên wê tên kirin di heyama qanûndanînê ya pêş da bînin rojevê."

"Em plan dikin Reforma Rêvebiriyên Herêmî di heyama qanûndanînê ya pêş da bînin rojevê"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Em plan dikin Reforma Rêvebiriyên Herêmî ku li navenda me ya giştî xebatên wê tên kirin di heyama qanûndanînê ya pêş da bînin rojevê."

Erdogan li Congresîumê di Civîna Şêwr û Nirxandinê ya Şaredarên AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina da got ku di 19 salan da bi dehan caran em hatine ceribandin, gef li me xwarin, bêbextî li me hat kirin û ji nav welêt û ji dervayî welêt em rastî gelek êrîşan hatin, lê dîsa jî me emanetê gel bi keftaran neda xwarin.

Erdogan diyar kir elametîfarîqaya AK Partiyê ew e ku sozên ku dide gel teqîb dike û got ku şert û merc çi dibin bira bibin em kadroyeke li ser soz û qewlê xwe ne.

Serok Erdogan balê kişand ser rewşa Stenbolê û got ku gava me Stenbol teslîm hildabû çiyayên sergoyê hebûn, belê niha jî bi çiyayên sergoyê Stenbol di nav rezîliyê da ye.

Erdogan destnîşan kir ku hin rayedarên şaredariyên ku bi taybetî ji AK Partiyê derbasî CHPyê bûne bi hewesa tolhildan û heyfhilanînê hereket dikin.

Serok Erdogan diyar kir plan dikin Reforma Rêvebiriyên Herêmî ku li navenda wan ya giştî xebatên wê tên kirin di heyama qanûndanînê ya pêş da bînin rojevê.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Niha hedefeke me heye, heta hilbijartinê salê milyonek, tevahî 4 milyon endamên nû qeyd bikin. Salê milyonek, em ê bi ser bikevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE