"Em ê projeyên bo Îstanbulê eşkere bikin"

Yildirim piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Eyub Siltanê kir daxuyanî da rojnamevanan.

"Em ê projeyên bo Îstanbulê eşkere bikin"

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê yê AK Partiyê û Serokê Meclisê Bînalî Yildirim diyar kir ku ew ê ji bo projeyên li ser Stenbolê da di 7ê rêbendanê roja duşemê da civîna çapemeniyê li dar bixe û wiha axivî: "Ji bona projeyên li ser Stenbolê 7ê rêbendanê roja duşemê em ê bi çapemeniyê ra civîna nasandin û nirxandinê bikin. Em ê qala projeyên xwe bikin. Ji 15ê rêbendanê pê va jî tevî namzedên navçeyan em ê bi wesîleyên curbecur proje û pêşniyazên xwe ji xelkê Stenbolê ra bibêjin û hêvî û pêşniyazên wan guhdarî bikin."

Yildirim piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Eyub Siltanê kir daxuyanî da rojnamevanan.

Yildirim diyar kir ku piştî nimêjê tirbeya Ebû Eyub el Ensariyê li Medîneyê 7 mehan ji Pêxemberê me ra mazûvanî kiribû ziyaret kir.

Ji Îmamoglu ra serkeftin xwest

Bînalî Yildirim diyar kir ku hetanî nika 2 namzed hatin eşkerekirin û wiha axivî: "Heta niha du namzed hatine eşkerekirin. Yek namzedê Îtifaqa Cumhur e û yê din jî Ekrem Îmamogluyê namzedê îtifaqa din e. Bira li ser xêrê be."

Yildirimê ku ji Îmamoglu ra serkeftin xwest diyar kir ku  ew ê ji bo projeyên li ser Stenbolê da di 7ê rêbendanê roja duşemê da civîna çapemeniyê li dar bixe. Yildirim destnîşan kir ku ew ê di civînê da agahiyên projeyan parve bike û wiha pê da çû: 

"Lêbelê em ê ji 15ê rêbendanê pê va jî tevî namzedên navçeyan, bi wesîleyên curbecur proje û pêşniyazên xwe ji xelkê Stenbolê ra bibêjin û hêvî û pêşniyazên wan guhdarî bikin. Di vê demê da ya girîn ne axaftin e, ya gîrin ew e ku gel guhdarî bikin. Em ê guh bidin welatiyan. Em ê bi jin, esnaf, akademisyen û hemû civaka tevahiyê Stenbolê ra biaxivin, civînan bikin û li gor vê meşa xwe bidomînin."

 "Em ê vê çareser bikin"

Rojnamevanan bi bîr xistin ku li Buyukadayê şewat derket, 9 hespan banzda, hin hesp jî birîndar bûn û ji Yildirim pirsîn ku gelo dema were hilbijartin ew ê vê pirsgirêkê çareser bike an, li ser vê Yildirim wiha bersiv da: 

"Di salên dawîn da kesên diçin Buyukada û giravên din zêde bûne. Digel vê jimara hespên li wê derê kêm bûn. Mixabin seranserê rojê van hespên hanê li ser kar in û didin xebitandin. Ev karekî mirovahî nîne. Pirsgirêkên li wê derê çi bin emê bi faytonvan û esnafên li wir ra hevdîtinê bikin û vê rezaletê biqedînin. Her tişt pere nîne, her tişt bazirganî nîne. Ya muhim ew e ku çawa mirov jiyanê heq dikin hemû mexlûqatên din jî xwedî wî heqî ne û jiyanê heq dikin. Em ê vê çareser bikin."

Yildirim ji bo qanûna li ser heywanan wiha got: "Li Meclisê di demeke nêzîk da wê pêşniyazeke qanûnê ya der barê heywanan da bê rojevê. Hevalên me li serê dixebitin."

Bînalî Yildirim axaftina xwe wiha domand: "Karên ku me bi tecrubeya xwe kirine ji bona tiştên ku em ê ji Stenbolê ra bikin wê bibin temînat. Li ser navê xwe û hevalên xwe soz didim ku em ê ne tenê ji xelkê Stenbolê ra xizmetê bikin, em dixwazin di dilê xelkê Stenbolê da cî bigirin û wan abad bikin." AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE