"Emê Qanal İstanbulê di 2026an da temam bikin"

Wezîrê Binesazî û Gihandinê Cahît Turhan bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Andoluyê (AA), pirsên der barê Projeya Qanal İstanbulê da bersivandin.

"Emê Qanal İstanbulê di 2026an da temam bikin"

Turhan ji bo çêkirina armanca Qanal İstanbulê wiha got: Armanca me ew e, em ji bo bikarhênerên Tengava Stenolê rêyeke nû ya avê çêkin. Kapasîteya qanalê wê ji 2,5 carî mezintir, nêzîkî 3 qatê Tengavê be. Armanca me ya Projeya Qanala İstanbulê, edilandina ewlehiya trafîqa deryayê ya li welatê me û herwiha parastina mirov û nirxan e."

- "Emê bikaribin ji Qanal İstanbulê 185 keştiyan biewle bidin derbaskirin"

Wezîr Turhan der barê hejmara keştiyên ji Tengava İstanbulê derbas dibin da agahî da û wiha dewam kir: "Hejmara keştiyên ji Tengava İstanbulê derbas bûn di nav 15 salan da ji sedî 25 kêm bû, lê barê wan ji sedî 53 zêde bû. Li gorî hesabên me pereyê ku em ê ji keştiyên ji Qanala İstanbulê derbas bibin bistînin, herî kêm salane dora milyarek dolarî ye. Qanala ku kapasîteya wê 68 hezar e, dema 50 hezar keştî derbas bibin, 5 milyar dolar dahata me wê çêbibe. Emê di dahatûyê da bigîhijin vê rêjeyê. Emê bikaribin ji Qanal İstanbulê 185 keştiyan biewle bidin derbaskirin. Niha em ji Tengavê 118-125 keştiyan didin derbaskirin."

Turhan got ax û heriya ji binê qanalê bê derxistin jî wê bê bikaranîn û wiha axivî: "Emê axa ji qanalê bê derxistin di navbera Gola Durusuyê û Behra Reş da ji bo tijekirina falezê biemilînin û wê derê jî bikin qada mesîreyê."

- "Berjewendiyên neteweyî girîngtir in"

Ji bo çêkirina mesrefa Qanal İstanbulê Turhan wiha agahî da: "Piştî amadekirina projeya Qanal İstanbulê me maliyeta çêkirinê wekî 15 milyar dolar, ya înşeatê jî wekî 10 milyar dolar kifş kir. Dema berjewendiyên neteweyî hebin her kes wê li ser piyan bisekine, wê cihê xwe, rayeya xwe û berpirsyariya xwe bizanibe û xizmeta gel bike."

- "Emê projeya Qanal İstanbulê di 2026an da temam bikin"

Turhan got heke ew îsal dest bi çêkirina vê projeyê bikin ewê di nav 5-6 salan da biqedînin û wiha axivî: "Heke em di 2020an da dest bi Qanal İstanbulê bikin, emê di dawiya 2025 an jî 2026an da projeyê temam bikin. Bi projeya Qanal İstanbulê ra şirketên Hollandayî, Belçîkayî û Frensî eleqedar dibin. Hemû jî di van karan da şirketên pispor in."

Wezîr Turhan ji bo dema îhaleya 7emîn a Otorêya Marmaraya Bakur jî wiha got: "Emê meha bê îhaleya li aliyê 7emîn a Otorêya Marmaraya Bakur ya ku rêya Hasdal, Hadimkoy, Başakşehir, Bahçeşehir û Esenyurtê girê dide, bikin."

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE