"Emê qebareya xwe ya bazirganiyê ya digel Ozbekistanê derxînin asta 10 milyar dolaran"

"Emê qebareya xwe ya bazirganiyê ya digel Ozbekistanê derxînin asta 10 milyar dolaran"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, "Qebareya me ya bazirganiyê ya par bi nêzîka ji sedî 72 zêdebûnê 3.6 milyar dolar derbas kir. Di demeke herî kurt de, ku me weke salek diyar kir, 'emê bigihijin hedefa xwe ya 5 milyar dolaran'. Emê herwiha bi vê ve sînordar nehêlin û emê derxin asteke weke 10 milyar dolaran."

Serokomar Erdogan û Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyêv piştî merasima îmzaya peymanan a li Qesra Kokê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Erdogan anî ziman ku piştî 4 salan dîsa serdana welatê bav û bapîran kiriye û ji ber vê gelekî kêfxweş e û ji ber mêvanperweriya wî spasiya Mîrziyoyêv kir.

Serokomar Erdogan li ser têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye û Ozbekistanê de axivî û destnîşan kir ku di encama hevdîtinên li Ozbekistanê de têkiliyên di navbera herdu welatan de ber bi asta hevkariya sitratêjîk a berfireh ve bilind kirine.

Erdogan got, "Qebareya me ya bazirganiyê ya par bi nêzîka ji sedî 72 zêdebûnê 3.6 milyar dolar derbas kir. Di demeke herî kurt de, ku me weke salek diyar kir,'emê bigihijin hedefa xwe ya 5 milyar dolaran'. Emê herwiha bi vê ve sînordar nehêlin û emê derxin asteke weke 10 milyar dolaran."

- Serokomar Erdogan û Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyêv dara dostaniyê çandin

Serokomar Erdogan û Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyêv piştî civîn û hevdîtina li bexçê Qesra Koşkê ya li Taşqendê ji bo dostaniya Ozbekistan-Tirkiyeyê dar çandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE