Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) destnîşan kir li Şengal û herêmên din yên Iraqê hebûna PKKya rêxistina terorê qebûl nakin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê piştî hevdîtina li Avahiya Fermî ya Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.
Mesrûr Barzanî li ser pirsa der barê hebûna PKKyê ya li Şengala herêma Iraqê û got ku Şengal niha ne bi destê Herêma Kurdistana Iraqê bi destê hêzên ewlehiya Iraqê va tê kontrolkirin û wiha dewam kir: "Wek ku me berê jî gotibû bi giştî em li Şengal û herêmên din yên Iraqê hebûna PKKyê qebûl nakin. Em li dijî vê ne."
AA