"Em ê qebûl nekin ku axa Filîstînê ji tu kesî ra bê pêşkêşkirin"

Serok Erdogan got ku "Ez cardin dixwazim bi bîr bixim ku Qudsa Şerîf a ku qibleya me ya ewil e û ji bo sê dînan pîroz e xeta sor a hemû misilmanên li dinyayê ye. Em ê qebûl nekin ku axa Filîstînê ji tu kesî ra bê pêşkêşkirin."

"Em ê qebûl nekin ku axa Filîstînê ji tu kesî ra bê pêşkêşkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em bûn şahid ku hefteya borî Îsraîlê planeke nû ya dagirkerî û îlhqaê ya ku desthilatdarî û hiqûqa navneteweyî ya Filîstînê tune dihesibîne xist dewrê. Em ê qebûl nekin ku axa Filîstînê ji tu kesî ra bê pêşkêşkirin.Ez cardin dixwazim bi bîr bixim ku Qudsa Şerîf a ku qibleya me ya ewil e û ji bo sê dînan pîroz e xeta sor a hemû misilmanên li dinyayê ye."

Serok Erdogan ji ber Eyda Remezanê ji misilmanên Amerîkayî ra peyama bidîmen şand.

Serok Erdogan Eyda Remezanê ya misilmanên Amerîkayê pîroz kir û wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku ev rojên bimbarek ji bo misilman, hemû alema îslamê û mirovahiyê bibe mizgîniya heyameke ku dê di nav aramî, aştî û ewlehiyê da bijîn. Pêvajoya aştiyê nîşan da ku ji bo tu herêm, netewe yan jî welatên li dinyayê hiyerarşî û îmtiyaz derbasdar nînin. Encax bi hevkariya navneteweyî dikarin pirsgirêkên wekî xizanî, terorîzm, dijminahiya îslamî, nijadperestî, koç, şer, nexweşî û pevçûnên cuda derdikevinû mirovahiyê tehdîd dikin çareser bikin."

Erdogan destnîşan kir rastiyeke berbiçav e ku nîzama gerdûnî demek dirêj e ku nikare edalet, aştî, aramî û nîzamê pêk bîne û ev nirxandin kirin:

"Em bûn şahid ku hefteya borî Îsraîlê planeke nû ya dagirkerî û îlhqaê ya ku desthilatdarî û hiqûqa navneteweyî ya Filîstînê tune dihesibîne xist dewrê. Em ê qebûl nekin ku axa Filîstînê ji tu kesî ra bê pêşkêşkirin.Ez cardin dixwazim bi bîr bixim ku Qudsa Şerîf a ku qibleya me ya ewil e û ji bo sê dînan pîroz e xeta sor a hemû misilmanên li dinyayê ye. Ji aliyê din va di heyama ku herkes li ser şewbê hûr bûye da drama gelê Sûriyeyê yê mezlûm dewam dike. Li Libyayê jî hêzên Hefterê derbekar êrîşê gelê xwe bixwe dike û welat û herêmê bêîstiqrar dike. Li gelek cihên alema sîlamê jî mixabin ku xwîn û hêstir di meha remezanê ya bimbarek da jî bênavber herikî."

- "Pergala gerdûnî divê bi awayekî adil ji nû va bê tesewirkirin"

Erdogan axaftina xwe wiha domand:

"Birayên me yên ku li welatên rojava dijîn jî hema bêje her roj rastî êrîşeke nû ya ku tezahurê dijminahiya îslamê û nijadperestiyê ye ra rû bi rû dimînin. Pêvajoua şewba vîrusa koronayê bû sedem ku cardin jêpirsîn bê kirin ku saziyên navneteweyî ja li heêber tehdîdên navneteweyî çiqas kêrhatî ne. Em bi vê wesîleyê cardin banga xwe ya ji bo ji nû va tesewirkirina bi awayekî adil a pergala gerdûnî ya ku em bi gotina "Dinya ji pêncan mezintir e". dubare dikin. Me wek Tirkiye di çarçoveya têkoşîna dijî şewba gerdûnî da Amerîka jî di nav da hewl da ku alîkariya hemû welatên ku ji me alîkarî xwest bikin. Xwedê rehma xwe li birayên me yên ku ji ber vîrusa koronayê wefat kirin bike û sebrê bide malbatên wan, şifaya xêrê bide kesên ku tên dermankirin. Meha remezanê û eyd herçiqas ji bo me dilşikestî bibore kî dilê me yek û bi hev ra ye."

Erdogan di dawiya axaftina xwe da li ser navê hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê Eyda Remezanê ya misilmanên Amerîkayê pîroz kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE