''Em ê rojhilatê Feratê jî bigihînin aramî, ewlehî û îstiqrarê"

Serok Erdogan: "Wekî herêmên din ku me ewlekariya wan ediland, em ê wextekî nêzîk rojhilatê Feratê jî bigihînin aramî, ewlehî û îstiqrarê."

''Em ê rojhilatê Feratê jî bigihînin aramî, ewlehî û îstiqrarê"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Swîssotel Bosphorusê di Civîna "Li Herêma Teşkîlata Hevkariya Îslamê Avakirina Hîvasor û Şaxa Hevkariya Komeleyên Neteweyî ya Xaçasor" bû û li wir axivî.

- "Ji goşeyên cuda ên erdnigariya Îslamê feryada mezlûm û mexduran tê"

Erdogan behsa rewşa erdnigariya Îslamê kir û wiha got: "Alema Îslamê bi krîzên ku bi piranî li ser erdê wan rû dane ra bi awayekî bibandor û serkeftî tênekoşiyaye. Di maweya 2,5 salên derbasbûyî da wekî alema Îslamê bi rastî jî em tûşî rojên bipirsgirêk hatin. Ji goşeyên cuda ên erdnigariya Îslamê feryada mezlûm û mexduran dewam dike."

- "Em ê rojhilatê Feratê jî bigihînin aramî, ewlehî û îstiqrarê"

Der barê têkoşîna dijî terorê da Erdogan wiha axivî: "Wekî herêmên din ku me ewlekariya wan ediland, em ê wextekî nêzîk rojhilatê Feratê jî bigihînin aramî, ewlehî û îstiqrarê. Wekî Tirkiye em ê di demeke nêzîk da hem bermayên DEAŞê ku bi zanetî hatine berdan û hem jî DEAŞiyên ku li hemberî welatê me hatine perwerdekirin, safî bikin. Tirkiye ne tenê ji bo ku koka rêxistinên terorê bê zîhakirin, di heman demê da ji bo qeyranên mirovî yên ji ber pevçûnan çêbûne jî kêm bibin hewleke mezin dide."

Erdogan anî ziman ji bo ewlehî û îstiqrara rojhilatê Feratê ew bi welatên din ra hevdîtinên didomîne û wiha dewam kir: "Ji bo vê armancê em têkiliyên xwe Amerîka, Rûsya di serî da bi welatên hêza wan a eskerî li qadê heye ra didomînin. Bi herdu aliyan va jî me îstîşareyên erênî kirin. Me li aliyekî hewldanên xwe yên dîplomatîk meşandin, li aliyê din jî ji bo gavên paş me amadehiyên xwe temam kirin. Di vê pêvajoyê da armanca me ewlehiya me ya neteweyî xurtkirin e, di heman demê da yekîtiya axa Sûriyeyê jî parastin e."

- "Me 35 milyar dolar çavkanî ji bo penaberan veqetand"

Serok Erdogan der barê mijara penaberan û alîkariya ji bo wan hatiye kirin jî wiha axivî: "Li gorî hesabên NYyê heya niha ji bo hemû penaberên ku qedera 4 milyonî jê Sûriyeyî ne, me 35 milyar dolar çavkanî terxan kir. Ez eşkere û zelal dibêjim, sedemê gelek pirsgirêkên ku îro roj li dinyaya me rû didin, tunebûna derfetên madî nînin, lê kêmasiya merhemet û empatiyê ye." 

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 14:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE