"Em ê şerê xwe yê dijî rêxistinên terorê bênavber bidomînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Em şerê xwe yê dijî rêxistinên terorê li Gebar û Cûdiyê bênavber didomînin û em ê bidomînin."

"Em ê şerê xwe yê dijî rêxistinên terorê bênavber bidomînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Em şerê xwe yê dijî rêxistinên terorê li Gebar û Cûdiyê bênavber didomînin û em ê bidomînin."

Erdogan li Denizliyê li Meydana Delîklîçinar ya 15ê Tîrmehê di vekirina komî da xitabî gel kir.

Serok Erdogan diyar kir her kes dibîne û qebûl dike ku Tirkiye pêş ketiye û wiha got: "Tenê partiya mixalefeta sereke li hember rastiyan kor, kerr û lal e. Wekî 14 hilbijartinên berê di 31ê Adarê da jî tenê projeyeke wan heye ku dixwazin AK Partî û Tayyîp Erdogan qirêj bikin, buxtanan li me bikin û êrîş bikin. Loma jî bi rêxistinên terorê ra hevkariyê dikin, berdevkiya derbeyê dikin, ji dinyayê ra giliyê Tirkiyeyê dikin û her cure kirêtiyê dikin." 

Erdogan destnîşan kir îtibara teşkîlata wan ya darazê ku ji wesayet û FETOyê hat paqijkirin, her diçe zêde dibe.

Serok Erdogan diyar kir bi MHPyê ra Îtifaqa Cumhur çêkirine û bi hev ra dikevin hilbijartinê û wiha xeberda: "Bi MHPyê ra muşterekên me hene û loma jî me Îtifaqa Cumhur çêkir. Înşellah di 31ê Adarê da em ê bi hev ra serkeftina Îtifaqa Cumhur bibînin." 

Erdogan destnîşan kir mixalefet bi rêxistinên terorê ra hev himbêz kirine û dikevin hilbijartina 31ê Adarê û got ku di koalîsyona wan da partiya ber destê rêxistina terorê jî heye.

Serok Erdogan diyar kir di nav 10 salan da me ji bona 9 milyon welatiyên xwe kar peyda kirine. 

Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser bûyerên Geziyê û wiha peyivî: "Cardin di nav haziriyê da ne. Hûn beredayî li bendê ne. Heger hûn tiştekî wisa bikin hûnê berdêla wê bidin. Derketine xelkê vedixwînin kuçe û kolanan. Ev çi hal e. Hela li vê bêexlaqiyê binihêrin. Jixwe daraza wê cewaba wan bide. Tu çi dikî, ev der Parîs e? Jixwe di bûyerên Geziyê û 15ê Tîrmehê da her kesî dersa xwe hilda."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE