"Em ê sibê kontrola herî berfireh a Kovîd-19ê bikin"

Wezîrê Karên Naxweyî Suleyman Soylu ragihand ku sibê li hemû Turkiyeyê dê li ser tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê kontrola herî berfireh were kirin.

"Em ê sibê kontrola herî berfireh a Kovîd-19ê bikin"

Wezîrê Karên Naxweyî Suleyman Soylu ji ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir:

"Em ê sibê li hemû Turkiyeyê li ser tedbîrên şewbê kontrola herî berfireh bikin. 'Jiyana Civakî ya Kontrolkirî'. Em ê li bazar, kargeh, market, wesayîtên veguhestina giştî, rê, ciyên danûsitandinê, loqinte, kafeterya, texsiyên ticarî û li hemû qadên jiyanê bin. Walî, Qaymeqam, Şaredar, Odeyên Esnaf û Bazirganiyê, Midûrên Saziyan, Hêzên Ewlekariyê û Zabite."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE