"em ê sibê têkiliyên aborî bînin rojevê" 

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ra civîna çapemeniyê ya li dar xist....

"em ê sibê têkiliyên aborî bînin rojevê" 

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna çapemeniyê ya bi Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ra li dar xist da got: "Nika ev kesa (Can Dundar) li gor daraza Tirkiyeyê mehkûm e, sîxur e, agahiyên dewletê yên veşartî îfşa kirine." 

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra hat ba hev. Hevdîtina Erdogan û Merkelê kêmzêde saetek û 20 deqîqeyî dewam kir.

Piştî hevdîtinê Serokê Tirkiyeyê Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Merkelê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Serok Erdogandi civîna çapemeniyê da got, "Di hevdîtinê da me û birêz Merkelê ji bo xebitandina mekanîzmaya hevkariyê ya ev demek e nedixebitî li hev kir." 

Serbestiya vîzeyê

Erdogan got plan dikin ku di mijara serbestiya vîzeyê da 6 rêzikên mayîn ên din di demeke kin da bi cih bînin. 

Serokê Tirkiyeyê Erdogan diyar kir ku Tirkiye bi taybetî li Sûriyeyê û di mijarên herêmî da berpirsyariyeke girîng hildide û got, "Welatê me wekî qadên din ji bo tehdîdên li ser aboriyê jî amade ye û hêza wê heye ku wan berteref bike." 

Têkoşîna dijî terorê

Serok Erdogan got girîngiyê didin têkiliyên aboriyê yên bi Almanyayê ra û got, "Em helwest û peyamên hikûmeta Almanyayê jî bi qîmet dibînin." û axaftina xwe domand:

"Me bi Almanyayê ra daxwaz û hêviyên xwe yên ji bo têkoşîna çalak a dijî rêxistinên terorê bi berfirehî nirxand. Tirkiye û Almanyayê di krîza penaberan a di dema akutê da berpirsyarî hilda ser xwe û fedekariyên mezin kirin û ev pêvajo nerm kir." 

Bi hezaran endamên PKKya rêxistina terorê li Almanyayê ne

Serok Erdogan bal kişand ser endamên rêxistina terorê yên li Almanyayê û wiha pê da çû: "Bi hezaran endamên PKKya rêxistina terorê li Almanyayê ne. Ev kes li vê derê li ciyên cuda dimînin, ev jî waqieyek e."

Erdogan di mijara îadekirina sûcdaran da jî got mijareke girîng e û wiha axivî: "Meseleya îadekirina sûcdaran ji bo hizûr û kêfxweşiya welatên me bi taybetî di mijara ewlehiyê da zehf girîng e."

Serok Erdogan pirseke li ser girtiyan wiha bersivand: "Ne heqê min heye ku sîstema hiqûqê û dadgehên Almanyayê rexne bikin, ne jî heqê we heye sîstema daraza Tirkiyeyê rexne bikin." 

Endamên FETOyê li Almanyayê ne

Erdogan bal kişand ku bi sedan endamên FETOya rêxistina terorê li van deran (Almanyayê) dimînin û der barê pêvajoya darazê da wiha axivî: 

"Hin caran li welatê min jî hin biryar hatine dayîn ku min jî neecibandine. Lê ez mecbur mame ku guh bidimê. Em dikarin hurmetê nîşanê van biryaran bidin yan jî nedin, lê ev jî mijareke cuda ye."

Erdogan der barê bernameya taştê ya ku sibê şebeqê ew ê bi Merkelê ra bike da jî wiha got: "Ji ber têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye-Almanyayê da girîngiyê didim hevdîtina sibê, em ê sibê têkiliyên aborî bînin rojevê." 

Serok Erdogan pirseke li ser pêvajoya daridandinê jî wiha bersivand: "Daraza Tirkiyeyê jixwe kesên lazim dike werin berdan berdane da ku li derva bidarizîne." 

 Ev kesa (Can Dundar) sîxur e

Erdogan got heqê Tiriyeyê heye ku sûcdarekî wekî Can Dundarê 5 sal û 10 meh cezayê hepsê xwariye paşda bixwaze û wiha pê da çû: "Nika ev kesa (Can Dundar) li gor daraza Tirkiyeyê mehkûm e, sîxur e, agahiyên dewletê yên veşartî îfşa kirine."

 15yê tîrmehê şermezar dikin

Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê di axaftina xwe da got, "Em hewldana derbeya 15yê tîrmehê şermezar dikin. Min beriya vê jî gotibû, ev tişt tu carî nayê qebûlkirin. Lê ji bo ku em tevgera Gulen wekî PKKya rêxistina terorê sûcdar bikin, divê ji me re agahiyên zêdetir bên dayîn."

Lûtkeya Sûriyeyê

Merkela Serokwezîra Almanyayê diyar kir ku ji bo lûtkeya çaralî ya serokan a li ser Sûriyeyê di mijdarê da were kirin dixebitin û wiha axivî: "Em û serokên dewleta Tirk, Rûs, Fransayê ji bona lûtkeya çaralî ya li ser Sûriyeyê di mijdarê da were kirin dixebitin." 

Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê got ku Almanya, Tirkiyeyeke bi îstiqrar û aboriya wê herdem mezin dibe dixwaze û wiha pê da çû: "Almanya, Tirkiyeyeke bi îstiqrar û aboriya wê herdem mezin dibe dixwaze.

Em dixwazin bi Tirkiyeyê ra hevkariya têkoşîna dijî terorê pêş bixin, têkiliya di nav wezîrên me yên karên navxweyî da yê were xurtkirin." AA

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2018, 19:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE