"Em ê teslîmî terora aboriyê jî nebin"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Çawa ku em teslîmî terora biçek û dîplomatîk nebûn, em teslîmî terora aboriyê jî nebûn, emê nebin jî."

"Em ê teslîmî terora aboriyê jî nebin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Li pêşiya me 4 salan zêdetir demeke ku rageşiya hilbijartinê wê tê da çênebe heye. Em biryardar in ku guhertinên ku pêdiviya me pê heye yek û yek bikin."

Erdogan li Kizilcahamama navçeya Enqereyê di rûniştina girtinê ya 28emîn Civîna Îstişare û Nirxandinê ya partiya xwe da axivî.

Erdogan got: "Em wisa bawer in ku heke gavên welatiyên me rehet dikin bên avêtin, ewrên reş ên li ser serê me wê belav bibin." û wiha dewam kir:"Ezmûnên dijwar ên ku me derbas kirin, nîşanî me da ku em ji doza înşakirina Tirkiyeya mezin û xurt tu carî tawîzê nedin."

Erdogan wiha axivî:"Me careke din dît ku an em ê bibin an em ê bimirin, wekî din rê tuneye. Di çaryeka ewil a vê salê da di aboriyê da hevsengiyê dewam kir. Dema em daneyan dinêrin em dibînin ku hemû dane êdî bi awayekî erênî ber bi bilindbûnê va diçin. Fuze, bombe, guleyên ku demekê diavêtin sînorên me çi bin, êrîşên ku di mehên dawîn da dijî aboriya me dikin jî ew in. Çawa ku em teslîmî terora biçek û dîplomatîk nebûn, em teslîmî terora aboriyê jî nebûn, emê nebin jî. Li pêşiya me 4 salan zêdetir demeke ku rageşiya hilbijartinê wê tê da çênebe heye. Em biryardar in ku guhertinên ku pêdiviya me pê heye yek û yek bikin."

Erdogan daxuyand, bi tevdîrên ku hatin hildan va aborî xurt dibe û wiha dewam kir:"Filan saziya fînansê ya biyanî wiha dibêje, filan dewlet wiha li welatê me dinêre, filan alî bi rêyên şaş dixwaze bigîhîje hin encaman... Qasî misqalekî jî qîmeta van tu yekî tune. Ya rastîn ew e ku em wek welat û gel çi dixwazin, çi dikin û dixwazin bigîhîjin li ku. Tirkiye weke her qadê di aboriyê da jî welatekî wisaye ku weke qismê çiyayê cemedê yê nayê xûyakirin, ji qismê dixûyê pir mezintir e."

Erdogan got: "Rêvebiriya CHPyê tiştekî din e, welatiyên me yên ku deng didin CHPyê tiştekî din e. Em vê ji hev biqetînin." û wih dewam kir: "Li Tirkiyeyê bi taybetî dema dijî her tiştê xwemalî û neteweyî qala kampanyayeke lîncê dibe, kes nagihêje CHPyê û nikare avê li dêst bike."  

Erdogan daxuyand ku hin kes bi zanetî hedefên me yên 2023an wek xeyal, wek serap didin nîşandan û wiha dewam kir, "Lê heke em bi hev ra bi van hedefan bawer bikin, bixebitin em dikarin ji 2023an jî derbas bibin." 

Serok Erdogan li ser êrîşa ku li Çubukê di cinazeyê şehîd da dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu hat kirin jî sekinî û wiha got, "Me êrîş bi zimanekî eşkere şermezar kir. Em dijî tacîzkirina eqrebayên şehîdan, tacîzkirina gelê navçeyeke mezin in, em dijî îthamkirina terorîst û heqeratê ne."Serokomar Erdogan daxuyand heke di nav partiyê da be heke di nav rêvebiriyê da be, her hevalê me yê ku bi me ra dimeşe, li hember temamiyê miletê me berpirsiyar e û wiha dewam kir:

"Divê li gor wê berpirsiyariyê tevbigere. Yên ku xwe ji welat û partiya xwe mezintir dibînin û di vê rêyê da dimeşin jixwe di serî da winda kirine. Em destûrê nadin ew zirarê bidin Tirkiyeyê û AK Partiyê. Ajandaya şexsî ya tu kesî nikare têkeve pêşiya mîsyona Tirkiyeyê û AK Partiya ku êdî qedera wê û ya welatê me bûye yek. Kesên ku firsend û derfeta ji wan ra hat dayîn nikaribûn bixebitandana, mecbûr in ku dewrkirina nobedariyê qebûl bikin. Hin kesên ji ber ku me ew nekirine namzed, îstifa kirine û hinek jê bûne namzedê serbixwe hinek jê ji partiyên din bûne namzed û hilbijartin jî qezenc kirine. Dikarin qezenc bikin. Bira ev me jî xemgîn nekin. Bira ew ji vir û şûnda li derdê xwe binhêrin, em jî ji ber ku ji sefreyên vî rengî xelas bûne, em rehet bin.

Gelê me ewqas sal e mêla xwe ji hikûmetê û şaredariyên AK Partiyê nebiriye, sedema vê ew e ku em xwe nû dikin. Weke rêvebirê welat û rêvebirê partiya me wezîfeya me ye ku em bi kesê ku xizmeta milet herî baş dike ra bimeşin. Ne êrîşên siyasî û aborî yên ji derva li hemberî welatê me tên kirin, ne jî toximên fesadiyê yên dixwazin li hundir bavêjin wê nikaribin me ji rojeva rastîn ji dûr bixin. Piştî Remazanê li gor rêza serkeftinê ezê hemû bajaran ziyaret bikim."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE