"Em îthamên bêexlaq ên dijî Serokomarê me bi tundî red dikin"

Altun bal kişand ku ji Herekata Firatê heta Çiqlê Zeytûnê û heta Herekata Pencikê di têkoşîna ji bo ku teror di çavkaniya wê da bê tunekirin tê dayîn da serokatî û îradeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rola sereke ye

"Em îthamên bêexlaq ên dijî Serokomarê me bi tundî red dikin"

 Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun got ku "Em îthamên bêexlaq ên ku ji ser nameyekê dijî Birêz Serokomarê me avêtin holê bi tundî red dikin."

Fahrettîn Altun daxuyaniyeke nivîskî da û der barê geşedanên piştî nameya Abdullah Ocalanê serokê terorîstan qewimîn nirxandina "Birêz Serokomarê me û hikûmeta me heta îro dijî terorê bênavber têkoşîn daye, her dem ligel qehremanên me yên ku ji bo gel, dewlet, ala û welatê xwe canê xwe feda kirine cî girtiye." kir.

Altun bal kişand ku ji Herekata Firatê heta Çiqlê Zeytûnê û heta Herekata Pencikê di têkoşîna ji bo ku teror di çavkaniya wê da bê tunekirin tê dayîn da serokatî û îradeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rola sereke ye û wiha axivî: 

"Ji ser nameyekê ku şerê hêzê ya ku van rojên dawîn da yê di navbera PKKya rêxistina terorê û partiya wekî şaxakê wê da diqewime derxist holê, îthamên bêexlaq ên ku dijî Birêz Serokomarê me yê ku têkoşîneke wiha dide avêtin holê, em van îthamên bêexlaq bi tundî red dikin. Serkirdeyên rêxistina terorê bi vîdeoyên ku ji qulên xwe şandin, kesên ku ji ber sûcê terorê bûne mehkûm bi tweetên xwe piştgiriyê didin hin siyasiyan û ji ser hilbijartina Stenbolê hesabê bi hev ra dibînin, kesên ku vê yekê ji nedîtinê tên divê bizanin ku ev îthamên wan dê di nav feraseta gelê me da bixeniqe."

 "Serokomarê me ji her cure lîstikên qirêj dûr e"

Altun got "Dîsa divê bê zanîn ku Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ji her cure lîstikên qirêj, hevkariyên veşartî dûr e. Recep Tayyîp Erdogan tenê pişta xwe dide îradeya azad a gel û dîsa ji bo gel têkoşînê dide." û ev gotin: 

"Gelê me hay pê tiştên diqewime heye. Gelê me di heman demê da kesên ku di nav nakokiya 'Gelo em divê guh bidin Qendîlê yan guh bidin Îmraliyê' diperpitin jî ji nêz va teşhîs kiriye."AA

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE