"Em Tirkiyeke ku nifşên wê di heman malê da dijîn dixwazin"

Serok Erdogan got: "Em welatekî ku tabelayên malên hizûrê lê zêde dibin naxwazin, em Tirkiyeke ku nifşên wê di heman malê da bikaribin bijîn dixwazin"

"Em Tirkiyeke ku nifşên wê di heman malê da dijîn dixwazin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê di vekirina Şûraya Kalbûnê ya Yekemîn de axivî û got ku bila Şûra bi xêr be.

Erdogan destnîşan kir ku kalbûn heyameke jiyanê ye ku mirov nikare jê bireve û got ku dema mirov bê dinê zû yan dereng dema wext hat tu kesî ku koçî darul bekayê nake namîne.

Erdogan got "Nifûs ji bo welatên wekî welatê me hêz e" û axaftina xwe wiha berdewam kir: 

"Em dizanin ku bi awayê herî baş perwerdekirin û îstihdamkirina nifûsê û pêkanîna xizmetên binesaziyê dikarin ku vê hêzê bi kar bînin. Lê heke li holê têrî xwe nifûs tunebe derfetên din piştî demekî jixwe ve winda dibin an jî dikevin destên kesên din. Guherîna di nifûsa me de digel gelek taybetmendiyên din xizmetên ku dê ji bo emirmezinên welatê me bên kirin destnîşan dike. Xizmetên temenmezinan bi derfetên madî sînordarkirî dîtin neheqiya herî mezin e. Ya esil ew e ku mezinên me di nav malbatê de çakalî û berhemdariya xwe biparêzin û bi aliyên xwe yên civakî re vê heyamê bikarin derbas bikin. Divê em polîtîkayên xwe yên der barê kal û pîran de bi vê nêrînê diyar û tetbîq bikin. Helbet ji bo mezinên me yên ku tu kesê wan nemane yan jî derfeta wan nîne ku bi malbata xwe re jiyana xwe bidomînin ji malên kal û pîran heta navendên xwedîkirin û rehabîlîtasyonê divê her cure bingehê pêk bînin. Ji bo kesên dixwazin ku jiyana xwe li malên xwe derbas bikin jî divê her cure piştgiriya xizmetên tenduristiyê bidin. Va ye em van dikin. Berî me tişteke wiha tunebû."

Serok Erdogan da zanîn ku "belgeya vîzyonê ya kalan" a ku heyama 2019-2023yan dihewîne amade dikin û wiha axivî: "Em Tirkiyeyeke ku tabelayên malên kal û pîran zêde bûne naxwazin, em Tirkiyeyeke ku nifş di bin heman banî de dijîn an jî têkilî bênavber didomin dixwazin."

Erdogan got ya esil ew e pêk bînin ku temenmezin bi malbatên xwe re û di nav jiyana civakî de emrê xwe derbas bikin.

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE