"Em têkoşîna dijî terorê bênavber didomînin"

Erdogan: "Em têkoşîna dijî terorê bênavber didomînin û em ê bidomînin. Em ê xwîna şehîd û xaziyên xwe li erdê nehêlin."

"Em têkoşîna dijî terorê bênavber didomînin"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çalakiya ji bo Hefteya Wezîfedarên Dîn û Mizgeftan a li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin da xîtabî wezîfedarên dîn kir.

Serok Recap Tayyîp Erdogan li ser têkoşîna li dijî terorê didin û têkşeran got, "Em têkoşîna dijî terorê bênavber didomînin û em ê bidomînin. Em ê xwîna şehîd û xaziyên xwe li erdê nehêlin."

- "Mizgeft cihê kombûna Misimanan e"

Serok Erdogan bal kişand ser girîngiya hatina mizgeftan a zarok û jinan û wiha axivî: "Emê zarokên xwe hîn bikin ku bila bên mizgeftan, em ê jinên xwe hîn bikin ku bila werin mizgeftan. Mizgeft cihê ku Misilman kom dibin e, em ê vê wiha îlan bikin.

Ma tu hedîsek an ayeteke dibêje jin nekevin mizgeftan heye? Min ne xwend ne dît ne bihîst ne jî dizanim. Mamosteyên min tiştekê wiha hînî min nekirin. Wisabe kê bi kîjan hişmendiyê vê wiha dike? Êdî dibê tabuyên wiha werin hilweşandin."

Erdogan got ku dibê li navenda jiyanê mizgeft hebin û wiha pê da çû: "Heke em pêşerojê înşa bikin mîna ku duh hat kirin lazim e em îro jî ji bo jiyaneke navenda wê mizgeft be teşwîqan bidin û hewl bidin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku mizgeft bi tenê ciyê îbadetê û nimêjkirinê nîne mizgefta navenda jiyanê ne û wiha axivî: "Dema ku mizgeft bi tenê cihê îbadetê be nimêj lê bê kirin û em belav bibin ev xerabiya herî mezin e ku li mizgeftê tê kirin. Ji ber wê ez hertim dibêjim bila mizgeftên me vekirîbin. Mizgefteke ku bi kêfa zarokên me, bi kelecana ciwanên me, bi tecrûbeya kal û pîrên me û merîfet û nezaketa keç û xwîşkên me tijî nebe di çavê min da vala ye."

"Wezîfedarên me yên dîn ji zimanê cudakar dûr bisekinin."

Serok Erdogan bal kişand ser zimanê şirîn û nirxên hevpar û got, "Wezîfedarên me yên dîn çi dibe bira bibe dibê ji zimanê ku hin însanên me wêda dike dûr bisekinin."

Erdogan got ku dibê zimanê weaz û xutbeyê bi awayekî ku ciwan bikaribin fêm bikin were rojanekirin, nûkirin û zelalkirin.

Serok Erdogan got ji ber ku saziyên eleqedar valahiya menewî ya merivan tijî nakin jî rêxistinên wekî FETO û DEAŞê sîrayetî civakê dikin û wiha pê da çû:

"Em li bendê ne ku wezîfedarên me yên dîn ji miletê me ra pêşîkêşiyê û rêberiyê bikin. Em dixwazin ku wezîfedarên me yên dîn bi derd, tengasî û şahiya merivên me ra eleqedar bibin. Hûn mela ne, melayê FETOyê nînin. Yên wî canbaz in."

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE