''Em ê têkoşîna xwe ya dijî PKK/YPGya ku nahêle sivîl paş da vegerin bidomînin''

''Em ê têkoşîna xwe ya dijî PKK/YPGya ku nahêle sivîl paş da vegerin bidomînin''

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu beşdarî Foruma Ber çav ra derbaskirina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû û got ku dema li ser faktorên wekî newekheviyên aborî û pirsgirêka ewlehiyê yên dibin sedema koçê nesekinin bi encamên wê ra rû bi rû dimînin û divê bi helwesteke navneteweyî û domdar li ser koçê bisekinin.

Çavuşoglu bi bîr xist ku Tirkiye ji sala 2014an va mazûvantiya nifûsa herî zêde a penaberan dike behs kir piştî ku li Ukraynayê şer derket 145 hezar penaberên din jî qebûl kir. Wezîr Çavuşoglu got ku Tirkiye ji bo rûmet û gumrahiya koçberan di hemû teşebûsan da aktîf cî digire û piştgiriyê dide Mutebeqata Koçê ya Navneteweyî.

Çavuşoglu got ku Tirkiye piştgiriyê dide polîtîkayên koçê yên bibandor û da zanîn ku divê bê teşwîqkirin ku koçber bi awayekî dilxwaz û bi rûmet vegerin.

Çavuşoglu qal kir ku xebatên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê mînak in û axaftina xwe wiha domand:

"Di encama xebatên me yên ji bo pêkanîna îstiqrarê da biqasî 500 hezar Sûriyeyî vegeriyan herêmên ku ji rêxistinên terorê hatine xalîkirin. Em ê têkoşîna xwe ya dijî PKK/YPGya ku nahêle sivîl paş da vegerin bidomînin. Em ê ji bo teşwîqkirina vegerin dilxwaz cihên mayînê ava bikin û van cihan baştir bikin. Me heta niha ji 57 hezarî zêdetir xanî ava kirin û hedefa me ew e ku em vê jimarê heta dawiya salê derxînin 100 hezarî. Em li ser plana bi awayekî ewledar û dilxwaz paşda vegera milyonek Sûriyeyiyan dixebitin. Me ji bo paşda vegera Sûriyeyiyan wek Tirkiye, Iraq, Urdun û Lubnanê teşebûsa welatên cîran da destpêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE